Ji Swîsreyê banga vegera maseyê li Tirkiyeyê hate kirin

Saziyên Civaka Sivîl û rêxistinên jinan ên Swîsreyê bal kişandin ser rewşa îxlalên mafê mirovan a li Tirkiyeyê. Saziyan bang kir ku Tirkiye bi lezgînî vegere ser maseya aştiyê û divê aştî û demokrasiyê esas bigire.

Saziyên mîna Basler Fraûenvereînîgûng fûr Frîeden ûnd Fortschriîtt, Fraûn Fur den Frîeden Schweîz, Frîeden Fraûen Weltweît, GSOA Schweîz, Robert-Grîmm- Gesellschaft, Schweizerîscher Frîedensrat, WILPH Schweîz, Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê jî di nav de gelek dezgehên civaka sivîl ên Swîsreyî bi daxuyaniyekê bang li dewleta Tirk kir ku vegere ser maseyê aştiyê.

Van saziyan ji beriya niha li ser Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bernê ji Serokkomarê Tirk Erdogan û Konseya Federal a Swîreyê re têkildarî rewşa şerê li Tirkiyeyê diqewime name şandibûn, îro jî daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ji rewşa li Tirkiye û Kurdistanê bi fikar in. Li ser vê yekê li Bernê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civîna çapemeniyê de li ser navê dezgehan danezana bi mijara ‘Li Tirkiyeyê aştî û demokrasî’ hate xwendin û wiha hate gotin:

“Em bûyerên dawî yên ku li Tirkiyeyê diqewimin bi metirsî temaşe dikin. Di serî de îxlalên mafê mirovan û demokrasiyê,  bi taybet li herêmên Kurdistan û gelemperiya Tirkiyeyê dewam dikin dişopînin. Mafê herî bingehîn ku azadiya çapemenî û civînê ye, tine tê hesibandin, li gel qedexeya kolanan polîtîkayên zextên mezin li hember welatiyên sivîl tên meşandin.

Bi rakirina destlênedayîna parlamenteran dixwazin parlamenterên ku bi dengê gel hatine hilbijartin bigirin.

Rayedar û hikûmeta ku dawî li pêvajoya aştiyê anîn bûn sedem ku li herêmên Kurdistanê kaoseke mezin pêk were.”

Daxwazên saziyên civaka sivîl wiha ne:

“Divê pêkanînên bêhiqûqî yên ku li hember parlamenteran hatine destpêkirin bên bidawîkirin û hemû astengiyên li hember parlamenteran bên rakirin.

Di serî de divê şerê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên meşandin bi lezgînî bên bidawîkirin, pêwîst e vegerin maseyê aştiyê û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Em bi wan hemû koman re ne ku li Tirkiyeyê ji bo aştiyê têkoşînê dimeşînin, divê dest ji nêzîkatiyên antî demokratîk ên li hember van kom û kesayetan demildest bên bidawîkirin.

Divê bi lezgînî dev ji polîtîkayên cudakarî û dûrxistina jinan a ji civakê bên berdan.

Divê li Tirkiyeyê bê ku cudakariya kêmenetewan diyar bike di serî de ziman, çand hemû mafên gelan bikevin garantiya distûreke bingehîn.

Heta ku pêvajoya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê pêk neyê, divê Swîsre hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re sînordar bike û ji bo ku li Tirkiyeyê aştî pêk bê roleke çalak bilîze.”

...