Di bîranîna gerîlayên Îtalî de berxwedana Kurdan hate silavkirin
Li Piyemonte ya Îtalyayê dema gerîlayên Îtalî dihatin bibîranîn, berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojava jî hate silavkirin.
Li Piyemonte ya Îtalyayê dema gerîlayên Îtalî dihatin bibîranîn, berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojava jî hate silavkirin.
Li herêma Piyemonte ya Îtalyayê, bi rasthatina salvegera ku gerîlayên Îtalî li dijî faşîzmê yekemîn rêxistina xwe ya çekdarî îlan kiribûn, aktîvîte hate lidarxistin.
Di aktîvîteyê de serokên komaleyên gerîlayên Îtalî yên bajarên Bussoleno, Foresto û Chionocco jî amade bûn.
Di aktîvîteyê de hate destnîşankirin ku berxwedana li dijî faşîzmê wezîfeya her kesî ye, hate diyarkirin ku îro jî gelê Kurd û gerîlayên wê li dijî faşîzmê têkoşînek bi rûmet dimeşînin.
Berdevkê organîzeyê jî berxwedanên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê û Rojava silav kirin, îfade kir ku piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan.
‘EM TÊKOŞÎNA KURDAN MEZIN BIKIN’
Di aktîvîteyê de Plaketa Rûmetê radestî ji nûnerên Koma Dostaniya Val Sûsa-Kurdistanê Danîele Braîd hate kirin.
Braîd di axaftina xwe de bal kişand ku bûyerên li Kurdistanê her kesî eleqer dike, destnîşan kir ku xweseriya demokratîk jî ji her kesî re bûye hêvî. Braîd got, “Pêwîst e em têkoşîna Kurdan li her derê mezin bikin” û banga hestiyariyê kir.