Di daxuyaniyê de bangên mîna, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vegerin ser maseyê û azadiya Ocalan hate kirin.
Peyamê bi van gotinan destpê kir: “Hewldana darbeyê hate şermezarkirin, divê em rejîma dîktatoriyel û hişk a ku ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatî avakirin ji ber çavan winda nekin” û diyar kir ku li wê piştgiriya muxalefeta ku li dijî rejîma Erdogan têkoşînê dikin, bike.
UNITE ’ê, hewldana darbeyê mehkûm kir û sersaxî ji malbatên 260 kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Tirkiyeyê darbeyan êşên mezin dan malbatên kedkarên Kurd û Tirkan.
UNITE di serî de bang li Brîtanya û hikûmetên welatên Ewropa û civakên Navneteweyî û hêzên pêşketî kir ku careke din binî xet dikin, darbeya salên herî dawî yên ku li Tirkiyeyê hatine lidarxistin bi destê Recep Tayyîp Erdogan ve pêk hatine. UNITE destnîşan kir ku têkildarî antî demokratîkbûn û otorîteriya hikûmet û Erdogan de ‘Gumanên me nîne’, ji gelek derdoran gelek mûxalîf di girtîgehan de ne, bi bîr xist ku zext û polîtîkayên êrîşê li ser çapemenî û torên civakî hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan ê ku demek dirêj bikaranîna torên civakî red dikir, ‘ji bo parastina hikûmetê bi kar anîna wê îronîk e.’
AZADIYA OCALAN JI BO PÊVAJOYEKE NÛ YA SERKEFTINÊ PIR GIRÎNG E
UNITE, destnîşan kir ku êrîşên hovane yên li hember gelê sivîl ê Kurd çavdêrî dikin û li beramberî xebatên Tirkiye yên ku li Sûriyeyê dikin jî ‘Bi Fikar in’. Di daxuyaniyê de ev hatin ragihandin: “UNITE, bang kir ku divê hikûmeta Tirkiyeyê dawî li şerê qirêj ê li ser gelê Kurd bîne û ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê bi awayekî cîdî vegere ser masê.” Her wiha hate binxetkirin ku azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo serkeftina vê pêvajoyê pir ‘girîng e.’
DIVÊ LI HEMBER GIRTINÊN KOMÎ BERTEK MEZIN BIBIN
Di daxuyaniyê de herî dawî hate ziman ku divê balê bidin ser bûyerên ku di meh û hefteyên pêşiya me yên li ser komployên navneteweyî û ji ber sûcên hatîn îspatkirin, li dijî girtinên civakî divê bertek bilind bibin. Her wiha UNITE , bi bîr xist ku bi rêzgirtina li hember daraz a serbixwe û li gorî hiqûq rêgezên dewletê, bêyî ku astengî li ser partiyên mûxalîf, sendîkayan, civakê pêk were divê peywira xwe pêk bînin.
UNITE herî dawî destnîşan kir ku wê bi sendîkayan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî yên pêşverû û civakên sivîl û bi hemû yekgirtinê din ên ku li Tirkiyeyê laîk, aştîxwaz, wekheviya hemû welatiyan dixwazin û ji bo azadiya xwe sîstema demokratîk a rast diparêzin, di nava piştgiriyê de bin.