Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê endîşeyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne û xwest, tecrîd derhal bê rakirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat gotin, "Eger Serok Abdullah Ocalan bûye hedefa Erdogan û kabîneya wî ya şer, bi heman rengî bûye hedefa leşkerên hewl dane darbeyê bikin, ku rûyê din ê madalyonê ye. Her kes baş dizane, PKK û Serok Abdullah Ocalan hem li dijî dîktatoriyê, hem li dijî faşîzmê, hem jî li hemberî darbeyên leşkerî xwedî sekneke zelal in."
'NÊZÎKATIYÊN HIKÛMETÊ TÊRKER NÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji dema pêkhatina hewldana darbeyê û vir ve ti agahî ji Ocalan nehatiye girtin û hat gotin, "Di vê pêvajoya krîtîk de, rewşa Serok Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurdistanê cihê tirs û fikaran e." KCDK-E da zanîn, ku tevî vê rewşa cidî jî nêzîkatiyên Erdogan, rayedarên hikûmet û dewletê yên li ser mijarê têrker nînin û endîşeyên gelê Kurd ji holê ranakin.
'DIVÊ MALBAT, PARÊZER Û HEYET KARIBE HEVDÎTINÊ BIKIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, divê derhal malbat, parêzer û heyeta aştiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re karibin hevdîtinê bikin û ev bang li gel hat kirin: "Heta tecrîd bê rakirin, em bang li tevahiya gelê Kurd û dostên xwe dikin ku dest bi çalakiyan bikin û van çalakiyên xwe bênavber bidomînin."