ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Karasû ber bi warê wî ve hate verêkirin
Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû Hidir Karasû, piştî merasîma ku li Stenbolê hate lidarxisin û şûn de ber bi warê wî Sêwasê ve hate birêkirin. -
TŞYG komîteya Amedê ava kir
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) avakirina komîteyê li Amedê ragihand. -
Di çapemeniya cîhanê de OHAL
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê îlankirina OHAL’ê di cîhanê de zêde baldar nebû, bi taybet hişyariyên “Zeîfbûna” Elmanya û IMF’ê bal kişand. -
Meclîsê OHAL pejirand
Birnameya ku biryara OHAL’ê tê de bû li Meclîsê hate qebûlkirin -
‘Peyman nayê ragirtin, niyeta xwe ya xirap derxistin’
Nûnerê TIHV ê Îzmîrê Coşkûn Ustercî ê ku piştî daxuyaniya Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş a “Di pêvajoya OHAL’ê de em PMME’yê li ber çavan nagirin” nirxand û wiha got: “Niyeta wan a xirap derket holê.” -
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana malbat û parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi gotinên; “Di mercan de tiştekî ku gûheriye nîne” hate redkirin. -
‘Îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike’
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ê Omer Guneş diyar kir, di demeke ku dijberên AKP’ê li dijî darbeyê ne, îlankirina OHAL’ê xizmeta armanca hewldana darbeyê dike. -
Nûçegîhanê DÎHA’yê Gunduz hate binçavkirin
Nûçegînê DÎHA'yê yê Colemêrgê Hamza Gunduz, ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin. -
Parêzerê Mandela Moosa: Ocalan dikare tevkariyê bi aştiya Rojhilata Navîn bike
Parêzerê Lîderê Efsûnewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ku ji bo Konferansa têkîldarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Silêmaniyê ye, pirsên ANF’ê bersivandin. -
Li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatin kustin
TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatine kuştin. -
Parêzerên Ocalan bi daxwaza "tevdîrê" serlêdan kirin
Piştî hewldana darbeyê, der barê ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî şik û gumanan xwe dane der. Li ser vê parêzerên Ocalan bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Bingehîn dan. -
'Heta agahî ji Ocalan bê, em ê li qadan bin'
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Kurdistaniyan gotin, heta agahî ji Ocalan bê, ew ê çalakiyên xwe gav bi gav zêde bikin. -
Faşîzm gur dibe: Li Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan hate taloqkirin
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Kûrtûlmûş got, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate sekinandin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Rennesê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Şehîdên Pirsûsê li Viyanayê hatin bîranîn
Çalakiya li paytext Viyanayê ya li dijî Komkujiya Pirsûsê, piştî du rojan qediya. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin. -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin
Parêzeran û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çûyîna Îmraliyê îro jî serî li rayedaran dan. -
HDP: Biryara Rewşa Awarte, bicihanîna armanca darbeyê ye
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte ya ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve hat ragihandin da û got, armanca darbeyê bi cih hatiye anîn. -
Li Tirkiyeyê ‘OHAL’ hate ragihandin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hewldana darbeyê da xuyakirin ku domahiya 3 mehan li Tirkiyeyê rewşa awarte (OHAL) hatiye îlankirin. -
Rêwiyên Xiyalan ên Pirsûsê li Kadikoyê hatin bibîranîn
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê, Rêxistinên Ciwanan û malbatên Pirsûsê bi rasthatina yekemîn salvegera qetlîama Pirsûsê, 33 rêwiyên xiyalan li Kadikoyê bi bîr anîn. -
Cenazeyê Nûçegîhanê Ronahî TV Mehemed û 8 şervanan hatin veşartin
Cenazeyê Nûçegîhanê Ronahî TV Mistefa Mehemed û 8 şervanan ku dema pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke bi heybet ve li Kobanê ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin. -
Spîegel: Tirkiye cihekî wiha ye ku rûmet lê tê binpêkirin
Di Spîegelê de bi şîroveya ‘’Piştî Darbeyê Tirkiye: Cihê ku rûmet lê tê binpêkirin’’ bal hate kişandin ser rewşa lînckirinê ya piştî hewldana darbeyê û hate diyarkirin, lîncên ku bi hişkereyî têne kirin ji hêla çapemeniyê ve tê berevajîkirin. -
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, îro jî hate redkirin
Serlêdan parêzer û malbatê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, îro jî hate redkirin. Daxwaza hevdîtinê bi gotina: “Eger mercên hevdîtinê asayî bûn em ê agahî bidin we” hate redkirin. -
Li Edene, Mersîn û Sêrtê ji bo Ocalan bang
Li Edene, Mêrsîn û Sêrtê daxwaz hate kirin ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û hate destnîşankirin ku heta ev daxwaz neyê pejirandin wê çalakî berdewam bikin. -
TŞYG: Wê tola qetlîama Pirsûsê bê hilanîn
TŞYG’ê bi rasthatina salvegera qetlîama Pirsûsê daxuyanî da, got; “Qetilkirina 33 sosyalîstan destpêka pêvajoyek nû ye jî. Rejîma AKP’a faşîst, bi planek li ser esasê qetlîam û terora dewletê ve berê xwe da êrîşek topyekun.” -
Ji Heyeta Îmraliyê banga lezgîn: Divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê xwest, derhal hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Heyetê her wiha xwest, tecrîd bê rakirin û bang li hikûmetê kir ji bo bi erka xwe rabe.