Wikileaksê maîlên AKP'yiyan weşand

Wikileaksê, bi sed hezaran maîl û belgeyên berî û piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê weşand.

Wikileaksê da xuyakirin, ku piştî biryara wan a ji bo weşandina bi sed hezaran maîl û belgeyên berî û piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, êrîşeke giran li hemberî malpera wan hatiye kirin. Tê texmînkirin, ku êrîş ji ber Tirkiyeyê hatibe kirin. Bi deh hezaran e-maîl, ji ber vê êrîşê ancax duh bi şev hatin vekirin.

Wikileaks, ku heta niha gelek belgeyên girîng ên dewletên cîhanê weşandiye, diyar kiribû ku ew ê belgeyên desthilatdariya AKP'ê biweşîne. Wikileaksê ragihand, ev belge bi taybetî li ser pêvajoya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û li ser rewşa hêza siyasî ya li welêt in. Dabû xuyakirinn, ku ev belge ji sed hezaran e-maîl û 50 hezar dokûmanên din pêk tê.

Lê belê tê gotin, ev du roj in êrîşên gelekî giran li hemberî bingeha malpera Wikileaksê tê kirin. Wikileaksê ji duh bi şev û vir ve e-maîlên ji Tirkiyeyê weşand. Lê ji ber êrîşan, gelek e-maîl bi zorê vedibin.

Ji van e-maîlên Wikilaksê bi dest xistiye, ya herî kevn di sala 2010'an de hatiye nivîsandin. Ya herî nû jî 6'ê Tîrmeha 2016'an e. Li gorî daxuyaniya malperê, bi qasî 294 hezar nivîs, ne têkiliya xwe bi "hewldana darbeyê" ne jî "bi partiyeke din a siyasî hevrik, yan jî dewletê" re heye.

Beşeke girîng a e-maîlan ji nûçe û nivîsên forûm ên ji adresên cuda hatine şandin pêk tê. Her wiha maîlên ji adresa fermî ya AKP'ê hatine şandin jî hene.