AKP'yî nikarin xwe li 'Birêz Ocalan' rabigirin

Saziyên civakî yên sivîl ên ser bi AKP'ê, xwe li axaftina Sirri Sureyya Onder a li Meclîsê ranegirtin.

Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) û hin saziyên sivîl ên civakî, li dijî hewldana darbeyê, Meclîs ziyaret kirin.

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder di dema serdanê de axivî û mesajên ji bo demokratîkbûn û aştiyê da. Onder dema qala hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê dikir, gotina "Birêz Ocalan" bilêv kir. Lê rêveberên saziyên civakî yên sivîl ên ser bi AKP'ê ve, xwe li vê gotinê ranegirtin. Hin rêveberên van saziyan bi ser Onder ve meşiyan. Di heman demê de, dengê mîkrofona Onder pê daxivî, li ser daxwaza Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman hat birîn. Onder rê neda provokasyonê û ji salonê derket.