Heyeta Şengalê bi Êzidiyên li St. Petersbûrgê re rûnişt

Heyeta Şengalê ya ji bo hin danûstandinan hatiye Rûsyayê bi Êzidiyên li Saînt Petersbûrgê re rûnişt.

Heyeta Şengalê ya ji Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Şengalê Halef Alî û ji Fermandarên YBŞ'ê Saît Omer û Berdevkê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Araf Azmanî pêk tê, hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê dewam dike. Civîna herî dawî ya heyetê bi Êzidiyên li Federasyona Rûsyayê pêk anî, li Saînt Petersbûrgê bû.

Di vê civînê de rêvebrên Yekîtiya Êzidiyên li Saît Petersbûrgê Şêx Mîraz û Hamlet Koteyan jî amade bûn. Berdevkê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Azmanî li vir peyivî û diyar kir, Êzidiyên li Şengalê ji bo parastina xwe êdî pêwîstiyê bi kesî nabînin. Azmanî ragihand, weke civaka Êzidî divê ew yekîtiya xwe xurt bikin û bêhtir xwedî li rêveberiya Şengalê derkevin.

'ŞENGAL NEBE, EM JÎ NABIN'

Hamlet Koteyan jî li vir axivî û got, "Berxwedana Şengalê ji bo yekîtiya tevahiya Êzidiyan firsendeke mezin e. Divê em êdî xwe li gorî polîtîkayên hin kesan bi rêxistin nekin, xwe li gorî xwe bi rêxistin bikin û Êzidîtiya xwe xurt bikin. Lewma alîkariya ji bo Şengalê gelekî girîng e. Şengal nebe em jî nînin."