Li Aûrîch tecrîd hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.

Di çalakiyê de çalakvanan têkildarî rewşa Ocalan a piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmehê de pêk hat, ji ber agahî jê nayê girtin, meşeke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Eger tiştek bi Ocalan were, em ê cihanê bi serê Erdogan de hilweşînin” bal kişand.

Meş ji aliyê NCKD û Melîsa Jinan a Viyan ve hate organîzekirin. Meş ji pêşiya avahiya Şaredariya Aûrîch destpê kir. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di meşê de dirûşmeyên mîna  “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “ Eger Tiştek Bi Serê Ocalan were, Em ê Cîhanê Bi Serê Erdogan De Hilweşînin” hatin qîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de pankarta ku “Duh Mandela, îro Ocalan” li ser nivîsî hate hildan.

...