BI DÎMEN

Kartal: Divê gelê me ji bo Ocalan dakeve qadan

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da zanîn, ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Li Bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê, divê gelê me dest bi çalakiyan bike."

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 17 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye, ev 15 meh û nîv e agahî jê nayê girtin. Çalakiyên li hemberî vê tecrîdê dewam dikin.

Ji ber 'hewldana darbeyê' ya 15'ê Tîrmehê, Kurd di vê mijarê de bêhtir hesas bûn. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal kişand ser vê hesasiyetê û tecrîd ji ANF'ê re nirxand.

Kartalda xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyyeyê, ew şert û mercên jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikin û got, "Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ev 15.5 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tevgera me û gelê urd ji xwe e demeke dirêj e bi fikar e. Lê belê piştî darbeya sivîl a Erdogan a 7'ê Hezîrana 2015'an, ev çend roj in hewldaneke darbeya leşkerî heye. Yanî di nava eniyên li dijî Kurdan e de şerekî dijwar heye. Ev her du eniyên li hemberî hev şerê desthilatdariyê dikin, taybetmendiyeke wan a hevpar heye: Dijminê Rêberê Gelê Kurd û daxwazên Kurdan e. Di vî warî de dibin yek. Ji bilî vê, şerê hev dikin. Di vê dema ku ev her du enî bi hev ketine de, gelê me û tevgera me di asteke bilind de ji ber rewşa Rêberê me bi endîşe ne."

Kartal bang li gelê Kurd kir ku dakeve qadan û xwest, heta hevdîtina Ocalan bi malbatê û parêzeran re hat kirin, zext li hikûmet û dewletê were kirin.

'EGER DIXWAZIN JI NAVA KAOSÊ DERKEVIN, DIVÊ BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKIN'

Kartal got, "Em dizanin wê hikûmet û dewlet daxwazên gelê me bi xweşbînî pêşwazî neke. Lê belê berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê gelê me di vî warî de bi israr be. Di serî de Bakurê Kurdistanê, divê tevahiya gelê me yê li metropolên Tirkiyeyê, parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê bi hesasiyetke mezin çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo azadiya Rêber Apo niha li Ewropayê kampanyayek tê meşandin. Ji aliyekî ve ev kampanya wê bidome, li aliyê din jî, ji bo girtina agahiyekê li ser tenduristiya Rêber Apo, wê çalakî bên lidarxistin. Ev yek wê li qada navneteweyî deng vede. Bendewariya me ew e ku gelê me bi berpirsyariya xwe rabe.

Em bang li dewletê jî dikin. Tevî hemû krîz û kaosê jî em vê banga zelal li dewletê dikin: Ne dabeyên sivîl, ne jî darbeyên leşkerî dikarin Tirkiyeyê ji nava vê krîz û kaosê derxîne. Ji xwe sedema herî mezin a vê krîz û kaosê, polîtîkayên têkildarî pirsgirêka Kurd e. Ji ber van poltîkayan, di nava çirava li Rojhilata Navîn de çikiyan. Têkiliyên xwe yên bi hemû cîranan re ket nav krîzê. Rêya derketina ji krîzê, çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Û ev yek jî ancax bi hevdîtina bi vîna gelê Kurd bi Rêber Apo re dikare were kirin. Lewma em bang li dewletê dikin; eger dixwaze ji vê krîz û kaosê derkeve, wê demê bi Rêber Apo re dest bi diyalog û muzakereyê bike."

'DAXUYANÎ TÊRÊ NAKE'

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal der barê daxuyaniya Heyeta Îmraliyê, ku li gorî çavkaniyên Wezareta Edaletê ragihand 'rewşa Ocalan baş e' nirxand û got, "Ev daxuyanî têra tevgera me û gelê me nake. Gotinên hikûmeteke ku li dijî gelê me û Rêberê me şer îlan kiriye, gelo wê çiqasî cihê baweriyê be? Gelê me wê çiqasî ji van agahiyan bawer bike? Ev qet ne pêkan e. Lewma yekane tişta divê were kirin, ew e ku bi rêya parêzeran û malbatê li ser tenduristiya Rêberiya me agahî ji gelê me re yekser bê dayîn."

...