HDP'ê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava silav kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di pêvajoya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê de Meclîsa Bajêr a Kobanê, rêveberiya bajêr girt ser xwe û Şoreşa Rojava da destpêkirin.
HDP'ê diyar kir, piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê belav bû, gelê Kurd li şûna şîdetê çareseriyeke bi muzakereyên demokratîk diparast û dema ev daxwaza wan bê bersiv ma, hingî Kurdan, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmenan, tevahiya gelên rojava ji bo xwe gav avêtin.
HDP'ê da zanîn, tevî hemû ambargo, dorpêçî û êrîşan, gelên Rojava xwedî li vîna xwe derketin, ji bo modela jiyana bi hev re ya wekhev û demokratîk a li Sûriye û Rojhilata Navîn ava bikin, têkoşîn mezin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Veguherîna civakî ya li Rojava, hewldanên gelên li wê derê yên ji bo avakirina siberojeke demokratîk û azad gelekî hêja ye. Ya ku hat kirin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê destketiyeke girîng û ronahiya hêviyê ye. Rêxistinbûn û têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji bo gelên Sûriyeyê û rejîmeke demokratîk a Sûriyeyê gelekî girîng e."
'DIVÊ GELÊ ROJAVA BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN'
Di dawiya daxuyaniya HDP'ê de hat gotin, "Em salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê destpê kir û pêl bi pêl belav bû, ji dil silav dikin. Gelê Rojava bi tenê nîne û wê bi tenê neyên hiştin. Sekna bi biryar û têkoşîna di vî warî de; heta ku çeteyên DAIŞ, El Nûsra û yên mîna wan, her wiha destekdarên wan ji Rojava û Sûriyeyê bên derxistin, wê dewam bike."