HDP: Haya dewletê ji komkujiya li Pirsûsê hebû

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera yekemîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera yekemîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Beriya bi salekê, 20’ê Tîrmeha 2015’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Navenda Çanda Amarayê 33 ciwanên sosyalîst di êrîşa bombeyî ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Weke ku tê zanîn 33 ciwanên sosyalîst bi mebesta ku piştgiriyê bidin Kobanê hatibûne Pirsûsê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin armanca komkujiyê ew bûye ku piştevaniya ji bo Kobanê were şikandin û wiha hate gotin, "Ev êrîşa dijmirovî û namerdî di heman demê de bû gava pêşî ya serdema şer."

'DEWLET BÛ ŞÎRÎKÊ HOVÎTIYÊ'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Salek di ser komkujiyê re derbas bû. Ji bo kesên ku komkujî pêk anîne, ji bo kesên di nav leşkerî, burokrasiya dewletê de alîkarî kirine û piştevanên wan ên siyasî ti xebateke girîng nehatiye kirin. Piştî Komkujiya Pirsûsê biryara xefkirinê hate dayin. Li gel agahî û belgeyên ku di Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê jî, di lêpirsîna Komkujiya Pirsûsê de doz nehate vekirin. Di der barê peywirdarên dewletê de biryara  ‘’nikarin werin darizandin’’ hate dayin û lêgerîna dadmendiyê ya malbatan bê bersiv hate hiştin.

Li gel 'biryara pêşîlêgirtin, lêgerînê' ya Walitiya Rihayê ya 17’ê Tîrmehê  jî li ser Midûrîyeta Emniyetê ji bilî ‘’peywira xwe bi nebaşî bi kar anîn’’ pê ve ti doz nehate vekirin, ku Midûrîyeta Emniyetê  ji ber ku karê xwe nekiribû bû sedema kuştina 33 kesan. Ji bo peywirdarên dî yên dewletê ku îstîxbarat standibûn ku wê êrîşeke pêkan bi ser kesên ku hatine Pirsûsê de pêk were, ti xebateke hiqûqî nehate kirin.

Ev hemû nîşan didin ku têkildarî komkujiya Pirsûsê hin sazî û peywirdarên dewletê agahdar bûne û pêşiya vê negirtine. Sedema teqîna bombeya li Pirsûsê ya ku hişkere pêk hatî ne ji kêmasiya îstîxbaratî, ewlekariyê lê ji ber‘’bê tevdîra bi zanebûn e’’ Ev hişmendiya ku hevkariyê bi çeteyên weke DAÎŞ, El Nusra, Ahrar û Şam û hwd. dikin, bûne hevkarê vê barbariyê.

'EM Ê RAMANÊN WAN BIDIN JIYÎN'

HDP got, "Em biryardar in ku hedefeya xwe ya demokrasî, adalet û aştiyê pêk bînin" û ev peyam dan: 

"Ji bo ku em vê têkoşînê bibin sêrî, li hemberî hişmendiyên DAIŞ’ê û yên wekî wê, divê bêhtir em pişta hev bigirin û bêhtir li hev xwedî derbikevin. Tiştekî pir girîng e ku em li dijî DAÎŞ’ê û El Qaîde û yên hevşibên wê û yên vê hişmendiyê diparêzin û nûnertiya wê dikin û rasterast piştevaniya wê dikin em hev pişta hev bigirin.

Careke dî em hemû xwîşk û birayên xwe yên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dayin bi hurmet bi bîr tînin û dibêjin em ê hîs û ramanên wan ên piştevaniyê, yên herî însanî bidin jiyîn. Em îradeya siyasî şermezar dikin ku nahêle malbat li Pirsûsê û bajarên din zarokên xwe bi bîr bînin."