'Ti tişt mîna berê nîne, lê em ne poşman in'

Yên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîn: Me banga alîkariyê ya Kobanê bihîst û em bi rê ketin. Ti tişt êdî ji bo me ne mîna berê ye. Lê em poşman nînin.

Ogûz Yuzgeç, Ûgûr Ok, Guneş Erzûrumlûoglû, Çagla Seven, Ummuhan Ozdemîr, Koray Turkay, Yagmûr Taş û Zafer Aydin ji komkujiya Pirsûsê ya par bi saxî rizgar bûn.

Çagla û Koray bi giranî birîndar bûn. Guneş felç bû. Ogûz, Yagmûr, Ûgûr û Zafer birîndar bûn. Birîna Ozdemîr jî sivik bû.

Hevserokê SGDF'ê Ozgûz Yuzgeç û Ûgûr Ok di salvegera komkujiyê de sedema vê rêwîtiya xwe vegot.

ME ŞOREŞA ROJAVA WEKE ŞOREŞA XWE DÎT

Di bersiva ji bo pirsa "Çima kampanyayeke bi vî rengî?" de bibîr dixînin ku endamên berê yên SGDF'ê Emre Aslan û Sînan Sagir di dema parastina şoreşa Rojava de şehîd dikevin û dibêjin, "SGDF'ê ji destpêkê ve şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dît. Lewma têkiliyeke zindî û çalak pê re danî. Di heman demê de em zarokên Gezî ne. Me berxwedan û piştgiriya hev li Gezî dîtin. Nedibû me hawara Kobanê nebihîsta."

Ûgûr Ok dibêje, nêrîna destpêkirina kampanyayê di Sibata sala 2015'an de derdikeve holê û destnîşan dike, ku dema ew li Pirsûsê dibin mêvanê kedkarekî Kurd, di nava sohbetê de dirûşma kampanyayê "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" derdikeve holê.

Di nava 2 mehan de li kolanan, meydan û kampuasn bi sedan ciwan tevlî kampanya SGDF'ê dibin.

Çagla Seven doktor e û berê jî xizmeta tenduristiyê daye mexdûrên şer ên li kampan. Seven destnîşan dike, ku di dema xizmeta li van kampan de wê dîtiye bi xizmeta tenduristiyê ji bo van mirovan çiqasî hêja ye û got, "Ji bo min çûyîna Kobanê jî weke dewama vê bû. Lewma min yekser biryar da biçim."

Çagla eger karîbûya xwe bigihanda Kobanê wê xizmeta tenduristiyê bida.

Koray Turkay jî got, "Dema ez bi kampanyayê hesiyam, bêteredût min biryar da tevlî bibim. Me berê jî kelûmelên alîkariyê dibin Kobanê. Lê belê ya herî girîng, me piştgiriya enternasyonal nîşan didan." Koray ku sportvanekî berê yê jîmnastîkê bû, wê di vî warî de alîkarî bida zarokan.

Guneş ji Edeneyê bi rê ketibû û di emrê xwe de cara yekemîn tevlî çalakiyeke bi vî rengî dibû. Guneş ku wê nû dest bi zanîngehê bikira got, "Ji bo min tiştekî balkêş û girîng bû alîkariyê bidim mirovan, bikevim nava jiyana wan."

MIN XWEST BÊHTIR BIKIM

Zafer Aydin ji Samsûnê bi rê ket. Di 9'ê Tîrmehê de bi rêya otospotê ji Samsûnê bi rê ket, çend roj beriya 20'ê Tîrmehê xwe gihand Pirsûsê. Qala rêwîtiya xwe kir: "Şoreş ew mirov e ku sîleya li rûyê mirovekî din bikeve, mîna ku li rûyê wê/î ketiye, bibîne û hîs bike ye. Min ew êş, ew şîdet hîs kir. Lİ hemberî vê yekê min li Samsûnê jî dikarîbû gelek tişt bikira. Lê min xwest hîn bêhtir bikim. Min xwest xwe bigihînim wan mirovan û êşa wan parve bikim."

Ummuhan ji Stenbolê bi rê ket, Endameke berê ya AKP'ê bû. Bi pêvajoya Gezî re ji AKP'ê qut dibe û ESP'ê nas dike. Dema bi kampanyayê dibihîze yekser biryarê dide tevlî bibe. Herî zêde dixwaze ji bo zarokan parkekê çêbike. Lewma bi xwe re hin alavên ji bo parkê dibe.

Yagmû ji Antakyayê bi rê dikeve. Wê çaxê 16 salî ye. Emre Arslan ê ku wê nas dikir, di parastina Kobanê de tevlî karwanê nemiran dibe. Gelekî bandorê lê dike. Lê armanca wê ya bingehîn, bi nasnameya xwe ya Ereba Elewî, birîna Kobanê bipêç e. Piştre hîn dibe ku ji ber emrê wê biçûk e, nikare derbasî Kobanê bibe.

RÊWÎTIYA HERÎ BEDEW BÛ

Gotinên wan ên li ser rêwîtiyê weke hev in: Nedişibiya rêwîtiyeke din. Rêwîtiya herî bedew, herî bi coş a emrê me bû.

Dema digihêjin Navenda Çandê ya Amara, taştê amade dikin. Ji bo kopy a nasnameyan bê kişandin, tên berhevkirin. Û li benda biryara qeymeqamtiyê ya ji bo derbasbûnê disekinin. Biryar tê dayîn, der barê rewşê de daxuyanî were dayîn. Hevserokê SGDF'ê Ogûz Yuzgeç daxuyaniyê dide. Kêm ma ye daxuyanî biqede, êrîşkarê bombe li ser xwe pêçandibû, bombeyan diteqîne.

GOTINEKE BI TENÊ YA LI SER POŞMANIYÊ NÎNE

Ji bo pirsa "Hûn qet poşman bûn, we qet gotin, xwezî em neçûna?" hemû bersivê didin û di gotinên wan de nîşaneyeke bi tenê ya poşmaniyê jî nîne.

Gotinên Çagla mîna kurteberiya hesta hemûyan e: "Hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê ruhî ve ti tişt wê mîna berê nebe. Ji xwe ji bo mîna berê nebe, em bi rê ketibûn. Bêguman êşa me dewam dike, lê em ê rabin ser piyan û bi hêza xwe ya berê li nava refên têkoşînê cih bigirin. Lê ev çîrok wê tevî hevalên me ew ji dest dan, her tim di emrê me de hebe."

Ciwan di wê baweriyê de ne ku ew di dema rast de li cihê rast bûn.

...