Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vê carê jî bi gotina “dema şertên hevdîtinê çêbûn em ê agahî bidin we” hate redkirin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rewşa Ocalan ketin nav fikaran û daxwaza hevdîtinê kiribûn. Lê, ev nehatibû qebûlkirin. Vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê got, “dema şertên hevdîtinê çêbûn em ê agahiyê bidin we” û daxwaz red kir.

Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re ku parêzer û bira Mehmet û xwişk Fatma Ocalan danê sibehê kirin careke din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate redkirin.  Dozgeriyê bi gotina; “dema şertên hevdîtinê çêbûn em ê agahiyê bidin we” serlêdan red kir.

Ji parêzerên Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Asrin Cengîz Çîçek destnîşan kir ku ev tê wê wateyê ku dibêjin, “ne pêwîst e hûn her roj serî lê bidin”, lê wê heta agahîgirtinê serlêdanê bidomînin.