BI DÎMEN

Şoreşa Rojava li Rûsyayê hat silavkirin

Li Komara Xweser a Adigeyê û li navçeya Karînovke ya bajarê Kradnodarê, bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de şoreş hat silavkirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Agirî û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê-Bêrîtan, bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava civînek lidar xistin.

Ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava Reşat Bênav li vir axivî û got, "Şoreşa Rojava nirxê hevpar ê tevahiya gelê Kurd e." Bênav diyar kir, şoreşa bi perspektîfa Rojhilata Navîn a Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan hat afirandin, vîn û hêzeke mûezem derxist holê.

Bênav her wiha tirs û fikarên gelê Kurd ên ji ber rewşa Ocalan bilêv kir û got, "Dewleta Tirk hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne û tecrîda li ser Birêz Ocalan dişidîne. Bi taybetî, ev saleke qet agahî jê nayê girtin. Ev yek gelê Kurd dixe nava fikaran." Bênav xwest, heyetek ji CPT derhal biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

KARÎNOVKE

Civînali Karînovkeyê jî ji aliyê Meclîsa Gel ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava Reşat Bênav li vir axivî û destnîşan kir, ku gelê Rojava wê li hemberî her şêwe ambargo û êrîşan, destketiyên xwe biparêze. Kurdistaniyên li civînê axivîn xwestin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mekanîzmayeke hevpar a xebatê bê avakirin.

...