Li Viyanayê ji bo Pirsûsê daxwaza edaletê hat kirin
Ji bo hesabê 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin bê pirsîn, roja 19'ê Tîrmehê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a Viyanayê daxuyaniyek hat dayîn.
Ji bo hesabê 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin bê pirsîn, roja 19'ê Tîrmehê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a Viyanayê daxuyaniyek hat dayîn.
Li ser banga Yoûng Strûggle Awûstûrya, girseya gel di salvegera yekemîn a komkujiya Pirsûsê de daket kolanan û daxwaza edaletê kir. Di axaftina li ser navê Yoûng Strûggle de salvegera şoreşa Rojava hat silavkirin. Nûner diyar kir, bi Şoreşa Rojava ve vîna gelên li Rojhilata Navîn dîktatoran têk dibe û got, "Ji ber vê yekê, ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, hêzên emperyalîst bi taybetî dewleta Tirk di nava hewldanên mezin de ne. Lê hewldanên wan bi kêr nayên û Şoreşa Rojava her mezin dibe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber vê yekê ciwanên ji bajarên Tirkiyeyê ji bo avakirina Kobanê hatin, bûn hedefa komkujiyeke mezin û hat gotin, "Bi vê çalakiya xwe ve em dixwazin nîşan bidin, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hevparê vî sûcî ne. Heta ku ji kujeran, ji hevparên sûc hesab bê pirsîn, wê lêgerîna me ya li edaletê dewam bike."
Kampanya "Ji bo Pirsûsê Edalet" a li Awûstûryayê wê roja 20'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li ber avahiya Opera bi vedana konê çalakiyê dewam bike.