ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Pirsûsê li Gaziyê hatin bibîranîn
Şehidên Pirsûsê li Stenbolê, ji hêla endamên Komeleya Federasyona Ciwanên sosyalîst ( SDGF) ve, li Taxa Gaziyê bi meşekê hatin bibîranîn. -
MOP: Divê zû bi Ocalan re hevdîtin were kirin
MOP’ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln û darbeya sivîl ya 7’ê Hezîranê ya 15’ê Tîrmehê ya leşkerî daxuyanî da. MOP’ê got, ‘’Bi Rewşa Awarte diyar e, bê ka Erdoganê faşîst demokrasiyeke çawa difikire.’’ -
Li Stûttgart, Frankfûrt, Berlîn û Zurîhê tecrîd hate protestokirin
Li bajarên Frankfûrt, Stûttgart û Berlîn ên Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û bal kişan ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were. -
Ji TKP/ML TÎKKO’yê daxuyanî
TKP/ML TÎKKO, da xuyakirin ku kesekî li Geyîksûyû di 6’ê Gulanê de mîlîtanên wan Sînan û Riza qetil kiribû hatiye kuştin. -
FARC: Em dixwazin tevî YPG/YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer bikin
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin, ku ew dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û tevî YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer bikin. -
Kampa li Terolarê ji bo DAIŞ'ê tê çêkirin li Frîedrîchshafenê hat protestokirin
Wargeha li herêma Terolar a Mereşê, ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê lê werin bicihkirin, bi destê dewleta Tirk tê çêkirin, li Frîedrîchshafen a Elmanyayê hate protestokirin. -
Fermandarê HPG'ê Şervan Varto hat bîranîn
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şervan Varto (Onder Aslan), ku par di 24'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Normandiyayê hat bîranîn. -
Şoreşa Rojava li Den Haagê hat pîrozkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. -
Li Cannesê çalakiya ji bo Ocalan
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê çalakiyeke protestoyî lidar xistin. -
Şoreşa Rojava li Sydneyê hat pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) bi sedan kesî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. -
Demîrtaş: Divê beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin malpat û parêzer karibin pê re hevdîtinê bikin. -
Mîthat Sancar: Yê dikare derî veke Ocalan e
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diya rkir, konsepta şer a di 24'ê Tîrmeha 2015'an de hat destpêkirin, cesaret daye darbekaran û işaret bi muzakereyê kir. Sancar got, "Yê dikare derî veke Ocalan e. Divê ji nû ve bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin." -
Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan li kolanan bûn
Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê ji bo Ocalan çalakî lidar xistin. Kurdan û dostên wan xwestin, derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. -
'Bi zêdekirina dema binçavkirinê ve îşkence rewa kirin'
Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê parêzer Eren Keskîn bal kişand ser zêdekirina dema girtina li binê çavan, ku bû 30 roj û got, bi vê yekê ve îşkence hatiye rewakirin. -
Di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn
Perlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji aliyê dozgerê Cizîrê ve ji bo îfade bide hate xwestin. Ragihand ku di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn hatiye vekirin. -
Şervanên Minbicê pêgerek din a keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê balafirek din a keşfê ya çeteyên DAIŞ’ê xistin. -
Şandeya Îmraliyê : Rageşiya Civakî zêde dibe; zû divê bi Ocalan re were axaftin
Şandeya Îmraliyê ya HDP’ê got, ‘Em careke dî dubare dikin ku bi Rêzdar Ocalan re demildest hevdîtin pêk were.’’ -
Qetlîma li Elmanyayê gelek pirs li pey xwe hiştin
Nayê zelalkirin ku bê ka êrîşa çekdarî ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê li dijî navenda kirîn û firotinê pêk hat û 9 kes hatin qetilkirin û her wiha êrîşkar întîxar kir, ‘êrîşek terorî’ ye an ne. -
Demîrtaş: Mirov bi qanûnên darbeyê nikare li dijî darbeyê raweste
Demîrtaş ku di mîtînga ‘Em darbeyan naxwazin, aştî aniha!’ axivî. Demîrtaş bertek nîşanî ragihandina Rewşa Awarte da û got, ‘’Bi qanûnên Kenan Evren mirov nikare li djî darbeyê têbikoşe’’ -
Edîtora JINHA'yê Dogan hat girtin
Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin. -
Li Îtalyayê di mîhrîcanê de azadiya Ocalan hate xwestin
Li Îtalyayê di mîhrîcana Alta Felîcîta de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin. -
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte dan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiya hefteya 591. de dayikan biryara Rewşa Awarte şermezar kirin. -
Bi pêşengiya HDP'ê bi hezaran kes li Stenbolê li hev civiyan
Mîtînga HDP'ê ya li dijî hewldana darbeyê û biryara Rewşa Awarte, destpê kir. Bi hezaran kes bi dirûşma "Ji darbeyan re na, demokrasî aniha" li hev civiyan. -
NAV-DEM'ê ji gelê Elman re sersaxî xwest
NAV-DEM'ê, ji ber êrîşa çekdarî ya li Munchenê sersaxî ji gelê Elman re xwest. -
Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo Ocalan li kolanan e
Kurdên li Ewropayê û dostên wan, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan.