Şehîdên Pirsûsê li Wûppertalê hatin bîranîn
Ji ber yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê, komîteya çalakiyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li bajarê Elmanya Wûppetalê saet di 18:00 de li ber Cîty Arkadenê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ji ber yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê, komîteya çalakiyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li bajarê Elmanya Wûppetalê saet di 18:00 de li ber Cîty Arkadenê daxuyaniyek da çapemeniyê.
33 ciwanên sosyalîst ên li ser rêya Kobanê, li Pirsûsê ji ber êrîşeke bombeyî jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin bîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn. Girseya gel qurnefîl danî ser wêneyên ciwanên hatin qetilkirin û yek bi yek navên wan hatin xwendin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savci Azar li vir axivî û got, "33 ciwanên ji bo alîkariyê bidin karê ji nû ve avakirina Kobanê bi rê ketin, li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya çeteyên AKP/Qesrê de hatin qetilkirin. Em li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Azar di dewama axaftina xwe de ragihand, piştî 'hewldana darbeyê' ya li Tirkiyeyê, bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Em Kurdistanî dixwazin, parêzer û malbat derhal karibin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Ev saleke destûr nayê dayîn Rêber Apo kesî bibîne. Û em bi ti awayî agahiyan jê nagirin. Heta ku agahî ji Rêber Apo bê, me ê timî li qadan bin."
Nûnerê AGÎF'ê jî 33 ciwan bibîr anî û got, "Em ji wan hînî gelek tiştan bûn." Nûnerê AGÎF'ê banga mezinkirina têkoşînê kir.