BI DÎMEN

Aydar: Darbe encama têkçûna dewletê ya li Kurdistanê ye!

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Aydar diyar kir, yên hewl dan darbeyê bikin û AKP/Qesrê heman sûc kirine. Aydar destnîşan kir, rewşa heyî encama têkçûna dewletê ya li Kurdistanê ye.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Aydar da xuyakirin, ku hewldana darbeyê bi tenê bi kêrî Erdogan hatiye û got, "Çend roj di ser darbeyê re derbas bûne; 7 hezar 500 kes hatine binçavkirin, zêdeyî 10 hezar kes ji nava sîstema dewletê hatine derxistin. Beşeke mezin a dadger û dozgeran, hatin binçavkirin û tên tesfiyekirin. 70 general hatin binçavkirin. Eger berê lîste ne amade bûya, wê demê çawa karîbûn di nava rojekê de ewqasî tespît bikin? Ev yek nîşan dide ku ji berê ve amadekariyek hebû. MÎT û hikûmeteke ku ji wan heye ewqas kes tevlî darbeyê bûne, nepêkane ku berê haya wan ji darbeyê nîne. Bi vê bahaneyê, operasyoneke mezin a tesfiyekirinê tê kirin. Yê li pêşberî we mirovekî bêguneh nîne. Tayyîp Erdogan ev 14 sal in li ser desthilatdariyê ye, baş dizane di nava dewletê de çi heye çi nîne. Dizane çawa dimeşe. Xwe bi qanûn û destûra bingehîn ve girêdayî nabîne. Li gorî vê yekê tedbîrên xwe digire. Îdîayên nelirêtiyê yên li hemberî xwe tepisand. Bersûcên wê rojê da girtin. Wextekê serdozgerê Ergenekonê bû, niha jî bûye hevalê sereke yê Ergenekonê."

'HER DU ALIYAN JÎ SÛC KIRINE'

Aydar destnîşan kir, ku hemû darbeyên di dîroka Tirkiyeyê de hatine kirin, ji ber şerê desthilatdariyê ne û got, "Darbeyên din jî bi heman rengî bûn. Şerekî ji bo desthilatdariyê bûn, ev jî bi heman rengî ye. Tiştekî ku mirov bêjin ev nebaş in, yên din baş in, nîne. Şahiyeke demokrasiyê jî li holê nîne. Ji xwe, wî bi xwe ji 7'ê Hezîranê û vir ve darbe kiriye. Bi gotina 'ya ez, ya jî kaos' desthilatdariya xwe dimeşîne. Lewma armanca her du aliyan jî yek e."

Aydar bal kişand ser qewimînên li kolanan û got, "Yên wê şevê daketin kolanan, hewldanên lîncê, lînckirina leşkerên teslîm bûne, ne karekî welatiyekî ji rêzê bike ye. Welatiyekî ji rêzê nikare serê mirovan jê bike. Ev kes, yên rêxistinbûyî û perwerdebûyî ne. Dibe ku kincê wan sivîl be, lê belê kesên perwerdebûyî ne."

Zubeyîr Aydar da xuyakirin, ku ew ê ji eniya xwe ve li vê krîza li Tirkiyeyê binêrin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em Tayyîp Erdogan û ekîba wî nas dikin. Vê ekîbê bajarên me şewitand, mirovên me di jêrzemînan de şewitand, qetil kir. Hemû bi hev re ne. Em darbekaran nas nakin, lê belê beşek ji darbekaran dinasin ku li hemberî me komkujî kirine. Ji Fermandarê Artêşa Duyemîn re ji ber komkujiyên li Sûr û Cizîrê plaket tê dayîn û qehreman tê îlankirin. Dema ji aliyê me ve li rewşê bê temaşekirin, nepêkan e ku yek ji ya din bê tercîhkirin. Em her du aliyan jî, ji sûcên li hemberî me kirine, nas dikin. Tayyîp êdî ji duh bi hêztir nîne. Lewma em ne li benda tiştekî ne. Li Kurdistanê şer heye. Hevşaredar girtî ne, derketina derve qedexe ye. Destnedana parlamenteran hatiye rakirin. Ev sal û nîveke em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin; tecrîdeke giran heye. Berpirsyarê van hemûyan hikûmeta heyî ye. Em ne li bendê ne ku di helwesta li hemberî me de guhertinekê bikin."

'ENCAMA TÊKÇÛNA WAN A LI KURDISTANÊ YE'

Aydar da xuyakirin, ku rewşa heyî ya li Tirkiyeyê encama têkçûna dewletê ya li Kurdistanê ye û got, "Bi hev ketine. Her kes dixwaze dijminê mirov qels bibe. Em jî dixwazin yê li hemberî me qels bibe. Em dixwazin ji vê sûdê bigirin. Jİ ber ku em têkoşîna azadiyê dimeşînin. Em berdêlên mezin didin. Em ne aliyekî şerê wan ê desthilatdariyê ne, lê belê her tişt bandorê li me dike. Ji ber vê yekê em ê planên xwe bikin û li gorî wê gavê bavêjin."

Aydar got, "Şerê hikûmetê yê li hemberî me dewam dike. Heman zîhniyet, heman nêzîkatiya li hemberî me dewam dike. Em ê jî têkoşîna xwe ya li hemberî wan bidomînin. Ev yek şerê wan ê navxweyî ye. Kî hat, kî çû; me eleqedar nake."