MLKP: Hêvî û siberoja mirovahiyê li Rojava şîn dibe

MLKP'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Şoreşê nîşan daye ku li dijî kapîtalîzm, faşîzm û her şêwe paşverûtiyê, pêkane cîhaneke nû were avakirin."

MLKP Rojava, bi wesîleya 4. salveera Şoreşa Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreş pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa Rojava, di nav rojên îro yên ku hovîtiya kapîtalîzm cîhan veguherandiya gola xwînê de ji bo mirovatiya li ber mirinê bû, bûye weke maskeya oksîjenê."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Şoreşa Rojava li her aliyê cihanê hêviya bindestan ên di bin kedxwarî û zilmê de ne; li Rojhilata Navîn jehrkuja dîktatorên mêtinkar, kujer, paşverû, faşîst û destpotîk bûye. Rojava welatê yên ku mil bi mil şer dikin, di heman çeperê de digihîjin şahadetê, ye. Şoreşa Rojava şoreşa jin, ciwan, civaka neteweyî, ol-mezheb, xizan û hemû bindestan e.

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Rojava cihê ku jin bûye artêş, xwe û civakê bi rê ve dibe, hildiberîne û bi nasnameya xwe bûye îrade.

Şoreşa Rojava di navenda dorpêçkirina paşverû, faşîst, kedxwarî û despotîkê de bi serketî baxçeya azadî û gelan ava kir. Li dijî kapîtalîzm, faşîzm û hemû cureyên paşverûtiyê nîşan da ku derfeta avakirina cihanek nû heye, ji paşverû, faşîzm, kapîtalîzmê re tirs; ji bindestan û yên têkoşîna rûmet û azadiyê  didin re jî biryardariya berxwedan û şerkirinê da.

Gelê Kurd û gelên Rojava hemû êrîş, qetlîam û qirkirina dewleta faşîst a Tirk, dîktatoriya paşverû ya BAAS, çeteyên tecawizkar, hov, dijminê mirovatî, jin û galan, xwedî îdeolojiya rezîl a DAIŞ’ê, dan sekinandin. Bi hemleya Şehîd Ebû Leyla re ew gemaran ji Rojava û Bakurê Surî jî wê bê paqijkirin."

Di dewama peyamê de hat gotin, "Hêvî û siberoja mirovahiyê li Rojava şîn dibe."