TAY-DER: Divê derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin, tirs û fikar bi Kurdan re peyda bûne û diyar kir, divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin, tirs û fikar bi Kurdan re peyda bûne û diyar kir, divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
Hevserokê Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAY-DER) Mûsa Karbadag ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin, ku civak di nava pêvajoyeke zehmet de ye. Karbadag hewldana darbeyê bibîr xist û anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi salan bal kişandibû ser vê rastiyê. Karbadag got, "Ocalan timî eşkere kir ku pirsgirêkên bingehîn ên sîstemê hene. Di roja îro de jî hêza darbeyê hewl da bikeve dewrê. Di hevdîtinên li Îmraliyê de Ocalan gotibû, 'eger pêvajoya çareseriyê biqede wê hêza darbeyê bikeve nava tevgerê'. AKP'ê kûrahiya vê mijarê fêm nekir. Yekane berpirsyarê rewşa heyî hikûmet û Tayyîp Erdogan e. Pêşniyarên li Îmraliyê hatin kirin, ji bo hevgirtina civakî bûn. Lê belê desthilatdariya AKP'ê berevajî van pêşnyara tevgeriya û plana Şark Islahatê xist dewrê. Bajarên Kurdistanê dorpêç kir û kevir li ser kevir nehişt."
'EM BI TIRS Û FIKAR IN'
Karbadag bibîr xist, Tayyîp Erdogan bi destê xwe xelata rûmetê da fermandarên bajarên Kurdistanê xerakirin û şewitandin û got, "Yên ku di vê komkujî û qirkirinê de cih girtine, niha ji ber darbeyê tên girtin. Weke civak em ji rewşa heyî bi tirs û fikar in. Bi taybetî dilê Kurdan qet ne rehet e; ji ber ku agahiyê ji Rêberê xwe nikarin bigirin. Em jî gelekî bi fikar in. Li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê xwe, em nikarin agahiyeke devkî yan jî dîtbarî bigirin. Pêwîste raya giştî bi lezgînî were agahdarkirin. Divê bihêlin ku malbat û parêzer Ocalan bibînin. Weke Kurd em di vê mijarê de gelekî bi tirs û fikar in."
'DIVÊ BALA ME LI SER GIRTÎGEHAN BE'
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku ji xwe darbeyeke sivîl li hemberî Kurdan hatiye kirin û got, "Ji ber dorpêçî û şerê li herêmê, li girtîgehan jî zext û zordarî heye. Ev çend roj in li girtîgehan zext hatiye girankirin. Tevî ku li hin cihan tê kirin jî hewl tê dayîn ev zext li gelemperiya welêt bê belavkirin. Pêwîste bala civakê li ser vê mijarê be. Dibe ku komkujiyke din rû bide."