NY: Li Tirkiyeyê pêşketin tine, binpêkirin didomin!

Di rûniştinên UPR’ê yên ÎHK’ê yê Neteweyên Yekbûyî de, rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye.

LI TIRKIYEYÊ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROV

Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (UPR) ya Konseya Mafên Mirovan (ÎHK) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê nirxand. 49’emîn rûniştinên Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî ya NY’ê yên di 28’ê Nîsanê de li Ofîsa Cenevreyê destpê kiribû wê heta 9’ê Gulanê bidomin. Di rûniştinên îro de rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin.

Nûnerên 193 welatên endam ên NY’yê beşdarî rûniştinan bûn. Di rûştinan de pêşniyarên ku di sala 2020’an de ji Tirkiyeyê re hatibûn kirin, hatin nirxandin.

REXNEYÊN DEWLETAN ÊN LI SER BINPÊKIRINA MAFAN

Nûnerên welatan ên ku di rûniştinan de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye. Di axaftinan de bi taybetî fikarên li ser serxwebûna dadweriyê derketin pêş. Nûneran ji ber ku Tirkiye pêşniyarên berê bi cih neaniye, di qanûnên dijî-terorê de sererastkirinek çênekiriye û van qanûnan ji bo çewisandina muxalifan bi kar tîne, rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. Nûneran xwestin ku qanûn li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin sererastkirin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û Serokê YE’yê Balyoz Mehmet Kemal Bozay îdia kir ku wan di gelek waran de bi taybetî di dadweriyê de reformên cidî kirine.

RAPORA NY’Ê: BINPÊKIRIN LI GELEK QADAN DIDOMIN

Rapora ku ji aliyê pisporên Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ve ji bo pêşkêşkirina rûniştinan hate amadekirin, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê agahiyên berfireh hatin dayîn. Di raporê de hate destnîşan kirin ku binpêkirinên mafên mirovan ên weke serxwebûna dadweriyê, azadiya îfadekirinê, azadiya civîn û rêxistinbûnê, şert û mercên girtîgehan û têkoşîna li dijî cudakariyê li gelek qadan didomin.

TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN

Di raporê de bêyî ku navê Rêber Apo were dayîn, behsa şert û mercên tecrîdê hate kirin û anî ziman ku pêkanînên tecrîda demdirêj nayên qebûlkirin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê cudakariya li ser zimanî, etnîkî û olî yên li dijî kêmneteweyan didomin û hat diyarkirin ku civakên wekî Kurd, Elewî û Roman di gihîştina xizmetguzariyên giştî, perwerde û kar de rastî astengiyan tên. Di raporê de hat gotin ku divê cudakariya li dijî kêmneteweyan ji holê were rakirin. Di raporê de ji dewleta Tirkiyeyê hate xwestin ku qanûnên bi bandor ên li dijî cudakariyê qebûl bike, mafên civakên kêmneteweyan biparêze û mafên wan ên çandî nas bike.

JIN DI BIN GEFÊ DE NE

Di raporê de bal kişandin ser cudakarî û binpêkirina mafên jinan û hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan bi têra xwe nayên lêkolînkirin. Di raporê de rexne li vekişîna ji Peymana Stenbolê jî hate kirin û li ser kêmasiyên qanûnên parastina jinan rawestiya.

Di raporê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên zarok, penaber û kesên ji cih û warên xwe dûrxistin û her wiha pêkanînên neheq û newekhev ên di warên civakî, çandî û perwerdeyiyê de di raporê de cih girtin.

Rapora Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (UPR) a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Tirkiyeyê de wê di rojên pêş de were weşandin.