Derketina derveyî welat li akademîsyenan hat qedexekirin

Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) derketina derveyî welat li akademîsyenan qedexe kir.

Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) nivîsek ji hemû zanîngehan re şand û diyar kir, ku rektor jî di nav de derketina derveyî welat li hemû akademîsyenan hatiye qedexekirin. Bi vî rengî, wê heta fermaneke din, hemû akademîsyenên li Tirkiyeyê nikaribin derkevin derveyî welat.

Di nivîsê de her wiha tê xwestin, navê akademîsyenên pêwendiya xwe bi cemaetê re hene, di nava meheke de bên ragihandin.

YOK'ê duh jî îstifaya hemû dekanan, yanî 1.577 dekanan xwestibû.