Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), daxuyaniyek nivîskî weşand, 33 sosyalîstên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr anî.
Komîteya Rêveber a TŞYG’ê diyar kir ku ciwanên endamên Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) wê rojê ji bo mil bidin jiyana nû ya li Kobanê tê avakirin ji eniya Tirkiyeyê ketin rê û bi tevlîbûnên ji Bakurê Kurdistanê ve xwestin tevkariyê bi şoreşa Rojava re bike, got; “Bersiva dewletê jî bû qetlîam. Her çiqasî hikûmeta AKP’ê qetlîamê bavêje ser çeteyên DAÎŞ’ê jî tevahî belgeyên têkîldarî qetlîamê radixe ber çavan ku Pirsûs bi agahî û destûra dewletê pêk hatiye.
Qetilkirina 33 sosyalîstan destpêka pêvajoyek nû ye jî. Rejîma AKP’a faşîst, bi planek li ser esasê qetlîam û terora dewletê ve berê xwe da êrîşek topyekun. AKP’e ya 7’ê Hezîranê derbeyek giran xwar, bi xeleka qetlîaman a ji Pirsûsê ve xwest çavtirsandike pêş bixe, tevgerek girseyî bipelçiqîne, pêşî li berxwedanên xwerêveberiyê bigire, welêt ber bi atmosferek darbeyê bibe û destkeftiyan xesp bike, tevgera gerîla sînordar bike. Lê, encam negirt, nagire. Lewre jî hewl dide êrîşa topyekun hê kûrtir bike.
33 kesên ku di dîroka têkoşîna me de navê xwe hê ji niha ve wek “Rêwiyên Xeyalan” nivîsîn, şoreş û sosyalîzm di ‘xeyalên’ wan de bû; azadî û wekhevî hebû. Xeyalên wan xeyalên milyonan e; xeyalên karker, kedkar, Elewî, Kurd û tevahî bindestan e. Rejîma faşîst bi qetilkirina wan xwestin vê xeyalê bifetisînin. Ev xeyal ti carî nayê reşkirin û nikare bê tinekirin. Xeyalên wan li ser xeta qehremantiya gel a Mehmet Tûncan li Cizîrê bû al û bi pêngava êrîşê ya nû ya gerîlayan jî bilindtir dibe. Xeyalên 33’yan, wek pira mabeyna şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Tirkiyeyê di çalakiya şoreşgerî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) de dikeve meriyetê, dibe hêza şoreşgerî ya hesabpirsînê.
Em ê hesabê vê qetlîam û terora dewletê ya li ser gelên me ferz dikin ji faşîzma Erdogan/AKP’ê bipirsin. Me ti qetlîamên rejîma faşîst ji bîr nekirine, em ê nedin jibîrkirin. Di serî de qetlîamên Pirsûs, Enqere, Cizîr-Sûr, em ê hesabên tevahî qetlîaman bipirsin. Em bang li tevahî hêzên şoreşger demokratîk dikin ku li dijî faşîzmê bibin yek, hesab bipirsin, mil bidin kampanyaya ciwanên me ya ‘Ji bo Pirsûsê Edalet, Ji bo Her Kesî Edalet’, ji bo ronîkirina qetlîamên Amed-Pirsûs-Enqereyê hesab bipirsin.”