Cenazeyê Karasû ber bi warê wî ve hate verêkirin
Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû Hidir Karasû, piştî merasîma ku li Stenbolê hate lidarxisin û şûn de ber bi warê wî Sêwasê ve hate birêkirin.
Cenazeyê bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû Hidir Karasû, piştî merasîma ku li Stenbolê hate lidarxisin û şûn de ber bi warê wî Sêwasê ve hate birêkirin.
Bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû Hidir Karasû (89) ê ku li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Kartalê dihat dermankirin, ji ber sedama xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, ji Mala Cemê ya Maltepeyê ber bi warî wî gundê Karapinar a girêdayî navçeya Girîn a Sêwasê ve hat verêkirin. Di merasîmê de Hevserokên HDP’ê Aysel Guzel û Dogan Erbaş jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Di merasîma cenazeyê Karasû de Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş axivî û sersaxî ji malbata Karasû û hezkiriyê wî re xwest. Erbaş diyar kir ku Karasû tevahiya jiyana xwe di sirgûnan de derbas kiriye û wiha anî ziman: “Hûn dizanin ku di demên dawî de êrîşên berfireh tên kirin. Îro weke hûn dizanin OHAL hate îlankirin. OHAL a ku li Kurdistanê dihat meşandin di astek ji vê kêmtir de li Tirkiyeyê tê birêvebirin.”
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Karasû ji bo definkirinê ber bi warê wî gundê Kayapinarê ve hate verêkirin.