Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokratîk a HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek çapemeniyê lidar xistin.
Di civîna li Koma Meclîsê ya HDP'ê de, Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder axivî.
Onder hewldana darbeyê şermezar kir û got, "Li vî welatî yên herî zêde bi darbeyê êşiyan e Kurd, kedkar, çepgir, sosyalîst û rewşenbîr in." Onder diyar kir, ku yê berî her kesî bal kişand ser vê rêxistinbûna darbekariyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Di vê der barê de ji pêvajoya Osloyê heta niha qala hebûneke paralel dikir. Hatibû diyar kirin ku ev rêxistin di hemû saziyên dewletê de cih digire û ji bo tesfiyeya vê divê bi lezgîn hemleya demokrasiya radîkal bê destpêkirin."
Onder axaftina xwe wiha dewam kir:
"Di hemû hevdîtinên li Îmraliyê de bi qasî 15 deqeyan li ser van xetereyan disekinî û bêdengiya saziyan a li hemberî vê nêzikatiyê gelek caran rexne dikir. Me îro jî dît ku eger hişyariyên Birêz Ocalan li ber çavan bihata girtin wê demokrasiya me ewqas zerar nedîtiba. Berê jî hevdîtinên aştiyê ji hêla vê tevgerê ve hat sabotekirin. Operasyonên KCK'ê yek ji van bû."
'DIVÊ DERHAL HEVDÎTIN BÊ KIRIN'
Onder li ser nûçeyeke îro di rojnameyekê de hatibû weşandin û hatibû gotin ku darbekaran xwestine Ocalan bikujin, got: "Weke partiyê me ji destpêkê ve ji mûxatabên xwe re ragihand, ku darbekar wê li hemberî kesê wan ewqasî teşhîr dike bêdeng nemîne, lewma divê şert û mercên ewlekariyê bi hesasî bên xurtkirin, ji ber ku êrîşeke gengaz a li wê derê, wê Tirkiyeyê bixe nava şerekî navxweyî ya jêveger nîne. Divê demek ji ya din zûtir destûr ji malbatê û parêzeran bê dayîn ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Me weke heyeta Îmraliyê agahî ji dewletê girtin, gelo ev têrê dike? Na. Divê demek ji ya din zûtir hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin."