Di çapemeniya cîhanê de OHAL
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê îlankirina OHAL’ê di cîhanê de zêde baldar nebû, bi taybet hişyariyên “Zeîfbûna” Elmanya û IMF’ê bal kişand.
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê îlankirina OHAL’ê di cîhanê de zêde baldar nebû, bi taybet hişyariyên “Zeîfbûna” Elmanya û IMF’ê bal kişand.
LE MONDE: PIŞTÎ BERTEKÊN WASHÎNGTON Û BRUKSELÊ RAST HAT
Le Monde cih da daxuyaniyên Erdogan ên ku ‘Xeterî hê jî derbas nebûye’ û ‘Ji bo plana darbeyeke din pêk neyê’. Le Monde diyar kir ku biryara îlankirina rewşa awarte ya li Tirkiyeyê piştî tesfiyekirina saziyên dewletê, rast hatiye. Le Monde destnîşan kir ku bi taybet biryara ku hatî dayîn piştî hewldana darbeyê ya ku Washîngton û Brukselê fikarên xwe yên di warê pêkanînên hikûmetê de anîn ziman qewimiye.
SPÎEGEL, SERNIVÎSA ‘WEKE DIYARDE TIRKIYE DÎKTATORTÎ YE’ BI KAR ANÎ
Kovara Der Spîegel piştî hewldana darbeyê bi nûçeyan pêkanînên hate kirin derxiste pêş, di malperê de jî peyvîna pisporê Tirkiyeyê Dr. Bûrak Çopûr weşand.
Der Spîegel Onlîne gotina Çopûr a ku ‘ Weke diyarde Tirkiye dîktatortî ye’ weke sernivîs diyar kir, çavdêriyên pisporê Tirkiyeyê yên têkildarî rewşa awarte parve kir. Çopûr wiha anî ziman: “Erdogan Tirkiye vegerand girtîgeheke servekirî.”
DPA: li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elmanyayê, di nûçeya ku rewşa awarte ya ku li Tirkiyeyê hate îlankirin de bal kişand ku bê ku biryara hakim hebe mal û buro wê bên lêgerîn, bê ku îdîanameya kesekî hebe wê bê girtin û wê çapemeniya azad bi temamî ji holê bê rakirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku mafê xwepêşandan û civînan wê yan bi temamî bê rakirin yan jî sînordarkirin.
Li gorî nûçeya BBC; nûçeya OHAL’ê weke heyî weşand, gotinên Erdogan ên ku ‘Paqijkirina nava artêşê dewam dikin’ jî bi xwendekarên xwe re parve kir.
ELMANYA: ZÛ BI DAWÎ BIKIN AN JÎ WÊ TIRKIYE ZEÎF BIBE
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer yê ku di civîna koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya li Washîngtonê de axivî û bertek nîşanî rewşa OHAL’ê da, banga ku ‘Bi qasî ji we tê zû bi dawî bikin’ kir. Steînmeîer diyar kir ku di encama ewlekariya ku di berdewamiya pêvajoya OHAL’ê de divê hemû hewldanên darbeyê bên ronîkirin, lê divê ewlekarî li gorî rêgezên hiqûqa dewletê û bi sînor be.
Steînmeîer, bal kişand ku divê rewşa OHAL’ê ‘Di demeke sînorkirî de bi dawî bibe’ berovajî vê jî hişyariya ku wê ‘Welat parçe bike û Tirkiyeyê hem di hundir hem jî li derve zeîf bike” kir.
IMF: BANGA PARASTINA SAZIYAN KIR
Di daxuyaniya Fona Dirav a Navneteweyî (IMF) de jî ji ber sedemên OHAL’ê ya li welat banga parastinê saziyên ku ‘Weke stûna demokrasiyê’ kir. IMF’ê diyar kir ku bûyerên di demên darbeyê û piştre pêk hatine şiband ‘Bandora awayekî yê firînê’.
JI FRANSAYÊ JI BO ERDOGAN: NÊZÎKATIYA ME HEMAN E
Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê ku piştî hewldana darbeyê û bûyerên piştî wê qewimîn diyar kiribû ku ‘Rê nadin Tirkiyeyê û duh jî gotibû; bila Erdogan ‘Li karê xwe mêze bike’ hişyariyên nû da.
Di civîna çapemeniyê ya Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ya îro de, bal kişand ku nêzîkatiyên wan ên di warê Tirkiyeyê de nehatine guhertin û heman in. Berdevkê Wezaretê, Wezîrê Karê Derve Jean-Marc Ayraûlt bi bîr xist ku hewldana darbeyê mehkûm kiriye, binî xet kir û bang kir ku divê berpirsên darbeyê ‘Di nava hiqûqa dewletê de radestî darazê bên kirin.’
ESI: DIVÊ YE XETÊN XWE YÊN SOR DEYNE
Însiyatîfa Aramî ya Ewropayê (ESI) ya ku saziyeke ya fikirînê ye, têkildarî biryara OHAL’ê Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyar kir, bang kir ku ‘Pêvajo ji nêzîk ve bê şopandin.’ Serokê ESI Gerald Knaûs ê ku ji Deûtschlandradîo Kûltûr re axivî daxwaz kir ku ‘Rêveberiya Tirkiyeyê wê di toneke aram de bondor bike.’
Knaûs, destnîşan kir ku divê li gel şopandina pêvajoyê diyar kir ku YE ‘Sînyalan bişîne û xetên sor bikişîne.’ Knaûs, anî ziman ku şer û nakokiyên di nava saziyên daraz û dewleteke cuda ya li Tirkiyeyê, di welat de rewşekî bêbaweriyê ya cîdî avakiriye.