Faşîzm gur dibe: Li Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan hate taloqkirin

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Kûrtûlmûş got, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate sekinandin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş, têkildarî Rewşa Awarte ku duh hatibû ragihandin, daxuyaniyeke nû da.

Kûrtûlmûş diyar kir, heya ku Rewşa Awarte hebe Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye bi cih neyê û got, "Em dixwazin Rewşa Awarte herî pir di nava meh û nîvekê de biqedînin. Em qet li ragihandina qedexeya derketina li derve nafikirin."

Kûrtûlmûş got, di hewldana darbeyê de kêmasiyên wan hebûne û diyar kir, têkildarî avaniya Artêşa Tirk ew ê guherînan bikin.