Tecrîda li ser Ocalan li Rennesê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Li Place du Colombîerê di destpêkê de belavok hat xwendin û piştre jî çalakgeran bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî", "DAIŞ terorîst, Erdogan hevkar" dest bi meşê kirin.

Li dû meşê, li Place de la Maîrîe jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.

Di axaftinên li qada mîtîngê de hat ragihandin, heta agahî ji Ocalan were girtin, ew ê li qadan bin û hat gotin, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye."

Mîtîng bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" qediya.