Li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatin kustin
TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatine kuştin.
TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatine kuştin.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Trabzonê 11 polîsên Tirk hatine kuştin.
Di daxuyaniya TŞYG’ê de wiha tê gotin:
“ Hêzên me li Sanayiya navçeya Maçka ya Trabzonê di 19. Tirmehê saet 08.30’an de li dijî polîsên Tirk çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 15 polîsên Tirk bi bandor hatine gulebarankirin, 11 polîs hatine kuştin 4 jî hatine birîndarkirin. Heman wextê avahiya emniyetê jî bi çekên otomatik hatine gulebarankirin.
Ev çalakiya ji bo bîranîna berxwedana 14 Tîrmehê û salvegera şehîdên qetlîama Pirsûsê hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê nijadperestan êrîşî avahiyên Kurdan yên li heremê kirin.”