Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) ê Îzmîrê Coşkûn Ustercî piştî daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş a di pêvajoya OHAL’ê de Peyemana Mafê Mirovan a Ewropayê li ber çavan nagirin û gotibû: “Li Tirkiyeyê bi dehan car OHAL hatiye îlankirin, piraniya xwe li hember gel bû. OHAL a niha ne li dijî gel, li dijî pêkhateyên ku di nava dewletê de cih girtine hatiye îlankirin. Di çarçoveya xala 15. a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de wê peyman li ber çavan neyê girtin, di nava van 3 mehan de ev peyman nayê bikaranîn” nirxand. Ustecî diyar kir ku li berçavan negirtina hemû peymanê nayê pejirandin û wiha got: “Niyeta xwe ya xirap derxistin holê.”
Ustecî wiha axivî: “Bi awayekî zelal û demkî xala 15. a PMME’yê, hikmên ku ji peymanê derdikevin dikarî tevdîrê wê bigirî, lê divê ev jî bandorê li mafê xwezayî neke. Ev îfade pir zelal û ronî ye. Yasaya êşkecê ya ku di peymanê de, yasaya bêdaraz a înfazê, xalên mîna mafên bingehîn ên jiyanê bi ti awayî nayên îxlalkirin. Ji ber vê sedemê, îfadeya ‘PMME li paşguhkirin’ gotinek şaş e. Tenê niyeta wan a xirap derdixe holê.”
Ustecî weke rêxistineke mafê mirovan carekî din binî xêz kir ku li dijî darbe û hewldanên darbeyê ne û wiha anî ziman: “Van darbekeran li dijî gelê Tirkiyeyê sûcê mirovahiyê kirine. Divê ev bên tespîtkirin, li gorî rêbaz û bi awayekî adil bên darizandin. Ev rastiyeke ku em jê narevin. Lê, binçavkirinên kêfî pêk hatine, gelek kes bi tewanbariyê hatine binçavkirin. Ya ji hemûyan xiraptir jî yasaya êşkencekirinê hatiye derbaskirin. Li derdor dîmenên hov ên êşkenceyê tên dîtin. Dema ku em li van temaşe bikin wê OHAL bi awayekî rêk û pêk neyê pêkanîn. Destûra OHAL’ê jî hilberîneke ya 12’ê Îlonê ye. Bi hişmendiya darbeya leşkerî ve bi qanûneke nû ya li dijî darbeya leşkerî nikare derbikeve. Jehrkuja darbeya leşkerî, pêşxistina mafê xwezayî û azadiyê û demokratîkirina welat e.”