Rêwiyên Xiyalan ên Pirsûsê li Kadikoyê hatin bibîranîn

Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê, Rêxistinên Ciwanan û malbatên Pirsûsê bi rasthatina yekemîn salvegera qetlîama Pirsûsê, 33 rêwiyên xiyalan li Kadikoyê bi bîr anîn.

Di bîranînê de ku di bin zext û dorpêça polîsan de pêk hat, Hevserokê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst Ozgen Sadet destnîşan kir ku heta hesabê tevahî qetlîaman bipirsin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di yekemîn salvegera qetlîama Pirsûsê de hêzên demokrasî û kedê li Qada Kadikoyê li hev civiyan, ji bo 33 rêwiyên xiyalan ên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan merasîmek bîranînê li dar xistin. Bîranîna gelek saziyên sosyalîst tevlî bûn, di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Girseyê pankartên “Ji bo Pirsûsê Edalet”, “Ciwan wê ji kujeran hesab bipirse” vekirin, ji bo şehîdên Pirsûsê deqeyek rêz girtin. Di bîranînê de ku dirûşme hatin berzkirin, Hevserokê SGDF’ê Ozgen Sadet axivî.

EM Ê JI BÎR NEKIN, EFÛ NEKIN, HESAB BIPIRSIN!

Sadet diyar kir ku di qetlîamê de 33 rêwiyên xiyalan şehîd ketine, bi bîr xist ku tevî salek di ser qetlîamê re derbas bûye jî hê ti pêşketin di dosyaya Pirsûsê de çênebûne. Sadet bal kişand ku ne biryara veşartîbûnê hatiye rakirin ne jî der heqê kesekî ku destê xwe di vê qetlîamê de heye lêpirsîn hatiye destpêkirin. Sadet da xuyakirin ku heta hesabê qetlîama Pirsûsê û tevahî qetlîaman bipirsin wê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesab bipirsin.”

 

...