Di Spîegelê de bi şîroveya ‘’Piştî Darbeyê Tirkiye: Cihê ku rûmet lê tê binpêkirin’’ bal hate kişandin ser rewşa lînckirinê ya piştî hewldana darbeyê û hate diyarkirin, lîncên ku bi hişkereyî têne kirin ji hêla çapemeniya desthilatdariyê ve tê berevajîkirin.
Yek ji navdartirîn kovara Elmanya, di Spîegelê de bi şîroveya ‘’Piştî Darbeyê Tirkiye: Cihê ku rûmet lê tê binpêkirin’’ bal hate kişandin ser rewşa lînckirinê ya piştî hewldana darbeyê û hate diyarkirin, lîncên ku bi hişkereyî têne kirin ji hêla çapemeniya desthilatdariyê ve tê berevajîkirin. Di şîroeveyê de hate gotin, tiştên ku li ber kamerayan têne jiyîn, bi wê armancê ne ku dixwazin pê nîşan bidin, ‘’kesên ku li dijî Erdogan derkevin ev tişt wê bi serê wan were’’ û bang li Elmanya û YE’yê hate kirin, polîtîkayên ku Erdogan dixwaze pê hedefên xwe pêk bîne neyê xelatkirin.
Di şîroveyê de ku ji hêla nivîskarê polîtîkayê yê Spîegel Onlîne, Severîm Weîland ve hatiye nivîsîn, tê gotin, piştî hewldana darbeyê ‘AKP’ê dewleteke nû ava kiriye’’ û bi navê ‘paqijiyê’’ ji jor ber bi jêr ve diçe nûkirinê.
Weîland got bi rêya medyaya nêzî AKP’ê dîmenên lîncê yên piştî darbeyê hatine belavkirin û ev bi mebesta ku bibêjin, ‘’Kesên ku li dijî Erdogan derkeve ev ê bi serê wan were’’ bi zanebûn hatine belavkirin. Nivîskarê Spîegelê got, Erdogan tam bi stîla ‘Sezar’ derketiye holê û wekî ‘’Serfermandar’’ tê nîşandan û diyar kir, tiştên ku liTirkiyê têne jiyîn ji bert tiştên ku li dewletên dîktatorî û otorîter têne jiyîn pir nas in.
JI BO KU NEKEVE YE’YÊ PÊDIVÎ BI CIZAYÊ ÎDAMÊ NÎN E
Severîn Weîland got, polîtîkavanên Elmanya û Yekîtiya Ewroapayê (YE) beriya hêviyên ‘’divê li dewleta hiqûqê were vegerîn’’, divê li vîdeo û fotografên bûyerên li Tirkiyê binerin û bi bîr xist, ev hêvî beriya hewldana darbeyê jî ne pir hêzdar bûye.
Weîland bi taybetî bang li polîtîkavanê li nav Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Pariya Keskan kir, ku alîgir in Tirkiye têkeve Yekiya Ewropayê û got, ‘’Heke ev bêrûmetkirin dema ku kamera vekirîne têne kirin, ku bibe sepanînên standart ên dîktatoriya serektiya Erdogan, Tirkiye beriya ku cizayê îdamê pêk bîne jî wê ne karê YE’yê be’’
MERKEL JÎ DIVÊ CAREKE DIN JI XWE BIPIRSE
Weîland muzakereyên serbestkirina vîzeyê ku di ber peymana penaberan de Serokwezîra Almanya Angela Merkel ji mêj ve bi Erdogan û AKP’ê re dimeşîne rexne kir û xwest ‘’di ber guherîndina qanûna têkoşîna dijî terorê de’’ muzakereyên ji bo serbestkirina muzakereyan divê bi dawî bibe.
Weîland got, cihê wê dewletê di YE’yê de nîn e ku ‘’rûmeta mirovahiyê lê tê binpêkirin’’ û got ev ji ber hurmeta YE’yê ya li xwe ye jî . Weîland diyar kir, kesên ku dêhna wan li ser rûmeta mirovahiyê nîn e divê neyên xelatkirin.