BI DÎMEN

Parêzerê Mandela Moosa: Ocalan dikare tevkariyê bi aştiya Rojhilata Navîn bike

Parêzerê Lîderê Efsûnewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ku ji bo Konferansa têkîldarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Silêmaniyê ye, pirsên ANF’ê bersivandin.

Parêzerê Mandela Essa Moosa diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare ji pirsgirêkên giştî yên li Rojhilata Navîn bibe çare, xwest demildest Ocalan bê berdan.

Parêzerê Lîderê Efsûnewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ku ji bo Konferansa têkîldarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Silêmaniyê ye, pirsên ANF’ê bersivandin.

Hûn nêrînên Ocalan ên têkîldarî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?

Wek min duh di axaftina xwe ya konferansê de diyar kir, di tevahî çareseriyên siyasî de wê tevkariyek girîng a Abdullah Ocalan hebe, ne tenê li Tirkiyeyê, bi giştî li Rojhilata Navîn jî. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, her wiha ji bo azadiya gelê Kurd, pêwîst e bê şert bê berdan. Û teqez divê tevlî pêvajoya aştiyê bibe. Heta niha tevlî hevdîtinên pêvajoya aştiyê bûye, lê nikarîbû bi awayekî azad serî li hevbirên xwe jî bide. Madela gotibû, “Hûn nikarin ji girtîgehê aştiyê bidin destpêkirin.” Li girtîgehan tenê nîqaş çêdibin, gotin çêdibin. Lê pêwîst e muzakere piştî Ocalan serbest hate berdan û azad bû pêk were. Wê demê dikare bi hevbirên xwe re bişêwire. Bi vê yekê ve dema muzakereyekê de, dema di dawiyê de çareseriyek derkeve holê, wê demê îqnakirina mirovan a bi pêvajoya aştiyê wê hêsantir bibe. Û li gor min lîstina vê rolê mecbûrî ye, ne tenê Tirkiye, ji hêla welatên cîran jî.

Ji bo ku aştî û ıstîkrar were Rojhilata Navîn we  bi berfirehî behsa rista netew-dewletan û jinan kir. Li gorî we rêzdar Ocalan di vê debarê de dikare tevlîbûneke çawa li civakên Rojhilata  Navîn bike? Û bi taybetî, êdî li Ewropa jî mirov rista netew-dewletê û jinan nîqaş dikin, li gorî we ramanên rêzdar Ocalan li Ewropayê dikarin rista xwe çawa pêk bînin?

Weke ku tê zanîn netew dewlet û di reseniya xwe de gelek netew-dewlet bi ser neketine. Gelek sedemên vê hene. Ji ber ku ev meseleya kontrolê ye û di qada navdewletî de gelek hêman hene ku dixwazin kontrolê bi dest bixin. Têrê nake ku tenê netewe werin kontrolkirin, her wiha xwîna mirovan jî dimijin. Ji bo ku mirovan kontrol bikin, bi destê xwe her cure neistikrariyê pêk tînin û bi vî awayî xwe digihînin mirov. Gel ji vê pêvajoyê sûde wernagire, welatê wan serobino dibe, dibine penaber. Tişta ku pêk tê bi temamî ev e, li deverên dî jî li şertên baş digerin û ji bo ku van şertan bibînin ji Rojhilata Navîn hîcretî Ewropayê dikin. Ji ber ku ev welat tam jî ew welat in ku ji bêistikrariya welatê wan berpirsyar in. Ev jî encamên vê bêistîkrarbûnê ne. Me Bihara Ereban dît. Li wan welatan her çendî li dijî statûkoya heyî berxwedaneke hebû jî ne xweyî alternetîfekê bûn. Di rewşa Abdullah Ocalan de, ew bi xwe alternatîfekê raber dike. Ev alternatîf niha li Rojava, bi demokrasiya ku jêr ve tê avakirin, tê tecrûbekirin. Demokrasî ji jor ve nayê û li ser gel nayê ferzkirin. Ango ji bo gelên Rojhilata  Navîn çareseriyekê pêşniyar dike. Û niha ev çareserî li Rojava pratîze dibe. Heke li Rojava bikêrhatî be, çima li deverên din jî ne bikêrhatî be. Li gel Rojhilata Navîn, ev ji Ewropa jî derbasdar e.

Di şîroveyên xwe yên di konferansê de jî we diyar kir; Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT çû Imraliyê. Lê di vê behsê de ti raporek girêneda. Li gor we sedema vê derengmayinê çiye? Li gor we CPT di serbestberdana rêzdar Ocalan de dikare ristekî çawa pêk bîne?

Ji bo serbestberdana Ocalan rasterast nikarin bibin xweyî ristekî. Tişta ku bikaribin bikin ew e ku dikarin li ser başkirina şert û mercên wî tiştinan bikin. Di salên dawî de ev tişt kirine. Şeş caran çûne Girava Imraliyê û di hin rewşan de pêşniyarên wan çêbûne. Ji  van pêşniyaran hin jê ji hêla dewleta Tirk ve hatin pêk anîn lê hin jê nehain pêk anîn. Bi ser de, ji bo ku rayedarên CPT’yê biçin Imraliyê me serîlêdanek kir, ji ber ku di van sê salên dawî de neçûbûn. Dîsa çûn lê ji bo çûnê û raporgirêdanê hin prosedûr hene. Diçin, bi girtiyên li Grama Imraliyê re hevdîtinan dikin, bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin û ji wan, têkildarî rewşa wan agahiyan distînin. Piştre ji hikûmeta Tirkiyê re raporan dinivîsin, hikûmeta Tirkiyê jî neçar e ku bersivê bide hemû nerazîbûnan. Ev pêvajo dikare şeş mehan jî bidome, di rabirdûyê de, rapor piştî ziyaretê bi salekê jî hatine girêdan. Ango li gorî min, ji ber ku niha pirsgirêk li ber destê Tirkiyê ye hinekî dereng maye.