Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana malbat û parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi gotinên; “Di mercan de tiştekî ku gûheriye nîne” hate redkirin.
Serlêdana malbat û parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi gotinên; “Di mercan de tiştekî ku gûheriye nîne” hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bînmez, Rezan Sarica û xwişk û birayên Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin. Di serlêdanê de ku ji serê hefteyê ve bi hincetên ku “Keştî xirabe ye” yan jî “Ger ku mercên hevdîtinê çêbûn em ê we agahdar bikin” ve hatin redkirin, dîsa bi hinceta “Di mercan de tiştekî ku hatî gûherîn nîne” hate ragihandin û serlêdan hate redkirin.
Malbat û parêzer wê sibehê jî ji bo hevdîtinê pêk bînin serlêdanê bikin.