Şehîdên Pirsûsê li Viyanayê hatin bîranîn
Çalakiya li paytext Viyanayê ya li dijî Komkujiya Pirsûsê, piştî du rojan qediya. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin.
Çalakiya li paytext Viyanayê ya li dijî Komkujiya Pirsûsê, piştî du rojan qediya. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan jî hat şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya "Ji bo Pirsûsê Edalet" a beriya du rojan hat destpêkirin, bi mîtîngeke girseyî qediya. Di mîtîngê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Mîtîng ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk hat lidarxistin. Li ber avahiya Opera ya li Viyanayê jî konê agahdarkirinê hat vedan. Di çalakiyê de wêneyên şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa "Me ew ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin-Ew di nava têkoşîna me de dijîn" hat vekirin. Ev konê agahdarkirinê wê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û MLKP'ê hat xemilandin.
Li mîtîngê jî nûnerên saziyan axivîn û bal kişandin ser tirs û fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan. Qisekeran xwestin derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin.
Di çalakiyê de, der barê komkujiya li Pirsûsê û tecrîda şidandî ya li ser Ocalan de belavok hatin belavkirin.