Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Kurdistaniyan gotin, heta agahî ji Ocalan bê, ew ê çalakiyên xwe gav bi gav zêde bikin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 21 tîrmehê 2016, 14:06
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Kurdistaniyan gotin, heta agahî ji Ocalan bê, ew ê çalakiyên xwe gav bi gav zêde bikin.
KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ciwanên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. çalakî bi pêşengiya SGDF û xizmên Cebraîl Gunebakan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê û soza mezinkirina têkoşînê dan.
STÛTTGART
Komkujiya Pirsûsê li bajarê Stûttgartê jî bi mîtîngekê hat şemrezarkirin. Di çalakiyê de posterên şehîdên Pirsûsê hatin rakirin û pankarta hevpar a AvEG-Kon-Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Yoûng Strûggle hat vekirin. Nûnerê AGÎF'ê rojnamevan Necatî abay li vir axivî û ji bo ciwanên hatin qetilkirin got, "Ew çavkaniya me ya hêz û îlhamê ye." Li ser navê MLPD jî axaftin hat kirin û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.
ÛLM
Li bajarê Ûlmê jî bi dirûşma "Ji bo Pirsûsê Edalet ji bo her kesî edalet" çalakî hat organîzekirin. Di axaftinên li ser navê MLPD, AGÎF, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yoûngh Strûggle de daxwaza rakirina tecrîda şidandî a li ser Ocalan, bi dawîkirina komkujiyên li Kurdistanê hat kirin û hat gotin, "Em ji ber rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in." Di çalakiyê de banga tevlîbûna li kampanya "Em nebin hevparê sûc" hat kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi heman armancê meşek hat lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM'ê Bahaddîn Dogan li vir axivî û belavoka AGÎF'ê xwend. Di çalakiya li ber HBF Mannheîmê hat lidarxistin de hat gotin, "Em ê li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin."