TŞYG komîteya Amedê ava kir
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) avakirina komîteyê li Amedê ragihand.
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) avakirina komîteyê li Amedê ragihand.
Komîteya TŞYG a Amedê di salvegera qetlîama Pirsûsê de avakirina xwe îlan kir û wiha got: “Em di roja nemirtiyê ya qetilkirina 33 qûrnefîlên sor de îlan dikin. Ji roja 20’ê Tîrmehê a ku dîktatoriya faşîst a Qesrê şer destpêkîrî û vir ve hê xurtir me xwe li têkoşînê pêça, bi mîrasê têkoşînê ya ku hevrêyên me dewir kirin ve em ber bi azadiyê dimeşin.
Li Amedê, Pirsûsê û Enqereyê di nava dilê me de bombe teqandin, di dewamê de li Sûrê, Cizîr, Nisêbînê ku di dîrokê de navê xwe bi tîpên xwînê nivîsnadine bûn berdewama qetlîaman. Bedenên jinan ê tazî hatin teşhîrkirin, hevriyên me li pey panzeran hatin kişandin. Bedenên ciwanên me bi tankan hatin perçiqandin. Di ‘Jêrzemînên wehşetê’de ciwanên me bi saxî hatin şewitandin. Gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Em wan ji bîr nakin, gelek hesab hene ku em pirs bikin! Yên ku kuştin û qirkirin li ser gelê me pêk anîn ew ê nikarin li ti deverê rehet bijîn û xwe bidin jiyîn. Em ê cîhanê li yên ku şer li ser gelê me dane ferzkirin, teng bikin û wan bifetisînin.”
TŞYG’ê diyar kir ku wê qet nalîna şehîdên Pirsûs, qêrîna jêrzemînên Cizîr, bedenên jinên ku li kolanan hatin teşhîrkirin ji bîr nekin û wiha pê de çû: “Em ê hesabê her xwîna ku hatî rijîn, her nalîna ku hatî kêşan, rondikên her dayika ku hatî barandin bixwazin. Faşîzma ku şerê qirêj, kuştin, qetilkirin, hilweşandinê ferz dike, em ê bi bilindkirina şoreşê bersivê bidinê. Wê roja hesab pirsînê pir bi eman be! Lêgerîna aştiyê ya Kurdan, mafê kedkar û hejaran, daxwaza wekhevî, edalet û azadiyê bi xwînê bê bersivdan, di vê rewşê de berxwedan û ji bo hilweşandina sûltantiya zaliman, ji derveyî bilindkirina şer û meşîna ber bi serkeftinê, ti rê yên din nîne.
Gelê şoreşger ê Amedê, zarokên qehreman ê Amedê werin; li dijî faşîzma AKP’ê, li dijî her cure paşverûtiyê, emparyalîzmê û darbeya Qesrê, ji bo şoreşê, ji bo aştiyê, sosyalîzmê, demokrasiyê û ji bo biratiya gelan di têkoşînê de biryardariya xwe ji bo gelên li Tirkiye û Kurdistanê û hemû mirovahiyê re ragihînin. Werin li dijî dimin beşdarî yekîneyên me yên bihêz ên TŞYG’ê bibin. Werin em bibin tirsa şevê ya dijminan. Her cihê ku em lê bin, bikaranîna her cure derfetê ve em vê faşîzma qirêj û hov hilweşînin, li ber xwe bidin û şerê şoreşê bilind bikin. Roj roja beşdarbûna refên TŞYG’ê ne, têkoşînê bikin, hesab bixwazin, di serkeftinê de kilît bibin.
Hemleya me ya leşkerî ya polîtîk bila bibe vîna hesabpirsînê, têkoşîna me ya Yekbûyînê bigihîne serkeftinê.”