Li Tirkiyeyê ‘OHAL’ hate ragihandin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hewldana darbeyê da xuyakirin ku domahiya 3 mehan li Tirkiyeyê rewşa awarte (OHAL) hatiye îlankirin.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hewldana darbeyê da xuyakirin ku domahiya 3 mehan li Tirkiyeyê rewşa awarte (OHAL) hatiye îlankirin.
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê îro civîna Desteya Ewlehiya Mîllî (MGK) û Desteya Wezîran kom bû, piştre jî OHAL hate ragihandin. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan da xuyakirin ku domahiya 3 mehan li tevahî welêt OHAL hatiye îlankirin.
Erdogan diyar kir ku piştî civîna Desteya Ewlehiya Mîllî, ji bo li Tirkiyeyê li gor xala 120’emîn a Destûra Bingehîn OHAL bê îlankirin pêşniyar kirine û Desteya Wezîran jî ev pêşniyara qebûl kiriye.
Piştî daxuyaniya Erdogan, pereyên Tirkan (TL), li gor Euro û Dolar hêdî hêdî nirxên wê dikeve.