Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin

Parêzeran û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çûyîna Îmraliyê îro jî serî li rayedaran dan.

Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û malbata wî, îro jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Heman piştî hewldana darbeyê, parêzeran serlêdana hevdîtinê kiribûn, lê bi hinceta "keştî xerabe ye" hatibû redkirin. Ji bo serlêdanên duh û pêr jî hatibû gotin, "Dema şert û mercên hevdîtinê çêbûn, em ê ji we re bêjin" û serlêdan hatibûn redkirin.