HDP: Biryara Rewşa Awarte, bicihanîna armanca darbeyê ye

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî Rewşa Awarte ya ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve hat ragihandin da û got, armanca darbeyê bi cih hatiye anîn.

Bîlgen diyar kir, eger darbe bi ser biketa, wê ev yek biketa meriyetê û got, "Ji xwe, eger darbe bi ser ketibûya, wê Rewşa Awarte bihata ragihandin. Hikûmeta AKP'ê ku bi 'hevokên demokrasiyê' îdîa dike ku darbe şikandiye, bi ragihandina Rewşa Awarte re ji xwe ya dixwest bihata kirin, kiriye."

Bîlgen da xuyakirin, ku herêmek Tirkiyeyê ev demeke dirêj e ji aliyê rejîma Rewşa Awarte ve tê birêvebirin û got, "Hikûmeta ku bi rakirina Rewşa Awarte pesnê xwe dide, vê carê bi destê xwe îlana vê kir."

Der barê daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan a digot, "Ji bo parastina sîstema demokratîk me Rewşa Awarte ragihand", Bîlgen ev bersiv da, "Li devera cîhanê, yên Rewşa Awarte radigihînin, ji xwe nabêin em ji bo qedandina demokrasiyê, ji bo tinekirina mafên mirovan radigihînin." 

Bîlgen destnîşan kir, ku ev gotinên Serokkomar bêwate ne û got, "Di rojên pêş de wê zext û pêkanînên kêfî yên li hemberî temamiya mûxalefetê, bi îdîaya 'li gorî Destûra Bingehîn' wê bikin. Beriya niha ji xwe demokrasî tinebû. Ya ku niha hat kirin, îlana vê rewşê bi Destûra Bingehîn e."

Ayhan Bîlgen got, HDP çawa ku li dijî darbeyê ye, di heman demê de wê li hemberî gefa li dijî demokrasiyê jî bisekine û got, "Ev ê bikeve rojeva Meclîsê. Em di vê mijarê de gelekî zelal in. Em ê destnîşan bikin, ku pêkanîneke bi vî rengî bi ti awayî bi kêrî aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê nayê."

Bîlgen bang li hemû hêzên demokrasiyê kir, ku bibin yek û li welêt, mûxalefeta rasteqîn a demokratîk ava bikin.