Parêzerên Ocalan bi daxwaza "tevdîrê" serlêdan kirin
Piştî hewldana darbeyê, der barê ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî şik û gumanan xwe dane der. Li ser vê parêzerên Ocalan bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Bingehîn dan.
Piştî hewldana darbeyê, der barê ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî şik û gumanan xwe dane der. Li ser vê parêzerên Ocalan bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Bingehîn dan.
Piştî hewldana darbeyê der barê ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şik û gumanan xwe dan der. Li ser vê parêzerên Ocalan; Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç di 20'ê Tîrmehê de bi daxwazanameyeke 10 rûpelî bi daxwaza "biryara tevdîrê" serî li Dadgeha Bingehîn (AYM) dan. Di daxwaznameyê de ku ji bo Dadgeha Bilind hat pêşkêşkirin, hat diyarkirin ku mafên Ocalan tên binpêkirin, di dema hewldana darbeyê de wek hedef hatiye nîşandan û piştre bi ti awayî agahî jê nehatine girtin.
Piştî serîlêdanê parêzer li benda bersivdayîna dadgehê ne.