Cenazeyê Nûçegîhanê Ronahî TV Mehemed û 8 şervanan hatin veşartin

Cenazeyê Nûçegîhanê Ronahî TV Mistefa Mehemed û 8 şervanan ku dema pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke bi heybet ve li Kobanê ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin.

Cenazeyên 8 şervanên Minbicê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mehemed ku dema operasyon dişopand di  encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Mistefa Mehemed û şervanê Minbicê Yasîn Şêx Mehemed (Yasîn) ku di operasyonê de birîndar bibûn û li nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Qamişlo jiyana xwe ji dest dabûn, duh êvarî anîbûn Nexweşxaneya Şehîd Zozan a Kobanê.

Cenazeyên Mistefa û Şêx Mehemed, li gel şervanên Minbicê Mehemed Minbic, Mehemed Ehmed (Babê Cemal), Qadir Osî (Qadir Kobanê), Xalid Tanyan (Sînan Cudî), Sebrî Hemê (Zagros Avreş), Mahsum Karakoc (Bager) û Mehemed Zeynel (Polat) ku di 16,17,18’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê sedan kesan ve ji nexweşxaneyê hatin wergirtin.

Di wergirtina cenazeyan de nûner û endamên saziyên ragihandinê, Yekîtiya Ragihandina Azad, rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî amade bûn.

Girseya gel cenazeyên 9 têkoşeran ji nexweşxaneyê wergirtin û di nava dirûşmeyan de, bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat birin Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termîk.

Li ber goristanê welatiyan cenaza hildan ser milan û birin goristanê. Li vir merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Komîteya Ragihandinê ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Suriyeyê Şahoz Hesen, Rêvebera Erka Xweparastinê Engîzek Kobanê, Rêveberê Heyva Sor a Kurd Cemal Zap axivî.

Qiserkeran destnîşan kirin ku şehîdên şoreşê bi lehengiya xwe ji bo azadiya herêmê têkoşîn meşandine û canê xwe dane. Qisekeran soz dan ku ew ê bi çek û pênûsên xwe şopa pakrewanan bişopînin û heta azadiyê têbikoşin.

Di merasîmê malbatên pakrewanan jî axivîn û soza şopadina rêya wan da. Dayika Mistefa Mehemed Edla Mehemed behsa jiyana kurê xwe û girêdana wî ya bi welat re kir.

Piştî axaftinan nasnameyên 9 pakrewanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên 9 cangoriyan piştre bi tîlîlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.