Li Edene, Mersîn û Sêrtê ji bo Ocalan bang

Li Edene, Mêrsîn û Sêrtê daxwaz hate kirin ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û hate destnîşankirin ku heta ev daxwaz neyê pejirandin wê çalakî berdewam bikin.

Li Edene, Mêrsîn û Sêrtê daxwaz hate kirin ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û hate destnîşankirin ku heta ev daxwaz neyê pejirandin wê çalakî berdewam bikin.

EDENE

Gelê Kurd li Edene û Mêrsînê derketin qadan û bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestin ku divê malbat û parêzer derhal bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Gel diyar kir ku heta hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin, wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Piştî hewldana darbeyê Rêxistina HDP'ê ya Edenê û endamên KJA'yê der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya gelek kes beşdar bûn de, Hevseroka HDP'ê ya Edenê Gulseren Tûral axaftinek kir. Tûral anî ziman ku ji ber xitimandina siyasetê di şeva 15'ê Tîrmehê de hewldaneke darbeyê ketiye dewrê û eşkere kir ku ew ji ber rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bi fikar in.

Tûral destnîşan kir ku ev salek e ti hevdîtin pêk nehatine, ji ber hewldana darbeyê jî tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel xistiye nava fikaran, ji bo wê jî divê hevdîtin bi malbat û parêzeran re bê sazkirin. Tûral wiha axivî: "Ez di wê baweriyê de me wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi piştgiriya şoreşger, demokrat, rewşenbîr û hemû gelan bê rakirin."

MÊRSÎN

Welatiyên di pêşengtiya HDP'a Mêrsînê, KJA, TUHAD-FED û ÎHD'ê de li Mêrsînê hatin gel hev, li avahiya TUHAD-FED'ê der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtigehan de daxuyanî dan. Di salona daxuyaniyê de wêneyê Ocalan û berxwedêrên doza PKK'ê yên 14'ê Tîrmehê hatin daliqandin. Di daxuyaniya ku ji hêla Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Sîbel Yîgttekîn ve hat xwendin de, hat gotin ku zextên li girtîgehan gelekî zêde bûne, heta fermaneke duyemîn hemû hevdîtin ji hêla Wezareta Edaletê ve hatine rawestandin.

Yîgîttekîn eşkere kir ku piştî hewldana darbeyê, ew der barê rewşa Ocalan de ketine nav fikaran û da xuyakirin ku heta bi Ocalan re hevdîtin neyên kirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

SÊRT

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî bi daxuyaniyekî bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de ku li avahiya HDP'ê de hat dayîn, hat gotin ku piştî hevdîtina bi parêzeran re hatiye astengkirin, fikarên wan hê zêdetir bûne. Di daxuyaniyê de ku ji hêla dayika aştiyê Maşallah Kiliçaslan ve hat dayîn, hat diyarkirin ku ev salek û 3 meh in ti agahî ji Ocalan nagirin û fikarên xwe anîn ziman.

Kiliçaslan got, "Divê tecrîda li ser Serokatî bê rakirin. Heke nahêlin malbat û parêzer biçin giravê, divê bi lezgînî heyetek bê sazkirin û bi Rêbertiyê re hevdîtin bê kirin. Ev tecrîd me dixe nava fikaran. Niha Serokatî di çi rewşê de ye em nizanin."

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hediye Sutçîn jî ev tişt anî ziman: "Em nizanin niha Serokatiya me di çi rewşê de ye. Divê gelê Kurdistanê hemû rabe ser piyan. Serokatiya me lîderê aştî û biratiyê ye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey Serokatiya xwe bin."