Ercan Jan Aktaş ku di nava Komeleya Reda Wijdanî de li ser mijarên şîdet, mîlîtarîz, reda wijdanî û aştiya civakî dixebite, reda wijdanî û leşkeriya ji neçarî ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji nû ve ket rojevê, ji ANF'ê re nirxand.
Aktaş da xuyakirin, ku ew hewl didin reda wijdanî civakî bikin û bi vê armancê torên piştgiriya bi mirovên reda wijdanî ragihandine, ava dikin. Aktaş da zanîn, bi xebatên aştiyane yên li dijî şer, bi çalakî û konferansan ew hewl didin li ber mîlîtarîzma li Tirkiyeyê rabin.
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ ŞÎDET Û DARBEYAN
Jan Aktaş diyar kir, wan di nava sala dawî de kampanya reda wijdanî pêk anîne û got, "Bi vê armancê me li Îzmîr, Mersîn, Amed, Enqere û Stenbolê komxebatên li ser reda wijdanî lidar xistin. Li Stenbolê bi sempozyûmeke navneteweyî re me mijarên reda wijdanî, aştiya civakî û xweparastin nirxandin. Li ser van mijaran, em car carna bi Ofîsa Reda Wijdanî ya Ewropayê (EBCO) û Dijberên Şer ên Navneteweyî (WRI) ku em jî endamên wan e, kampanyayan dimeşînin. Di vê çarçoveyê de heyetek ji WRI di meha Gulanê de çû Sûr û Cizîrê, hevdîtin kir û piştre rapora li ser mijarê amade kir, bi raya giştî re parve kir."
Aktaş destnîşan kir, ku ji bo naskirina reda wijdanî ya li hemberî leşkeriya ji neçarî ya li Tirkiyeyê, ew dixebitin û li hemberî şîdet û darbeyan çalakiyan pêk tînin.
Aktaş komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê û şerê topyekûn ê di 24'ê Tîrmehê de li dijî gel û tevgera azadiyê ya Kurd hat destpêkirin, komkujiyên li Enqere, Cizîr, Sûr û Nisêbînê bibîr xist û da zanîn, bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re ev atmosfera şer a li Tirkiyeyê gihaşt qonaxeke nû.
Aktaş got, "wateya darbeyan a li hemberî azadî, rêxistinbûn û mûxalefeta civakî, ji darbeyên beriya niha hatin kirin, tê zanîn. Tevî vê rastiyê jî, mixabin li hemberî leşkeriya ji neçarî nerazîbûneke cidî, têkoşîneke xurt a civakî ya ji bo reda wijdanî nîne."
KESEKÎ NAXWAZE BIÇE LEŞKERIYÊ DIVÊ ÇI BIKE?
Ercan Jan Aktaş ragihand, di mijara reda wijdanî de weke komele hewl didin ji aliyê hiqûqî û ji her aliyan ve alîkariyê bidin û diyar kir, yên di vî warî de alîkariyê dixwazin dikarin serî li malpera înternetê ya komeleya wan vicdaniret.org bidin. Aktaş da xuyakirin, ku ya girîng ew e, li welêt atmosfereke xurt a li dijî mîlîtarîzmê bafirînin û got, "Îro ji Amedê heta Roboskî, ji Cizîrê heta Enqere, Stenbol û welatên Ewropayê toreke me ya berçav heye. Xwegihandina me karekî hêsan e."
ÇAVKANIYA ŞÎDET Û MÎLÎTARÎZMÊ ŞERÊ LI KURDISTANÊ YE
Endamê Komeleya Reda Wijdanî Jan Aktaş diyar kir, gelek mirovên li dijî kirina leşkeriyê derdikevin xwe digihînin wan û got, "Li aliyê din piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê malbat ketine nava gelek fikaran. Heta niha ji bo artêşê bi def û zirnê zarokên xwe dişandin, lê niha li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Bi qasî ku dizanim, malbatên leşkeran jî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dane. Hinekan serî li komeleya me jî dane."
Aktaş da xuyakirin, ku çavkaniya şîdet û mîlîtarîzma heyî şerê li Kurdistanê ye û destnîşan kir, heta ev şer neqede wê polîtîkayeke sivîl/demokratîk li Tirkiyeyê nemeşe. Aktaş got, "Tank, top û balafirên duh li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dixistin, di şeva 15'ê Tîrmehê de li kolan û ezmanên Tirkiyeyê xwe nîşan dan. Li Tirkiyeyê, her kes divê şerê li Kurdistanê bibîne, li hemberî vê derkeve û bi vî rengî polîtîkayên mîlîter ên li vî welatî qels bikin. Naxwe nepêkan e aştî were vî welatî."