Bîlmez: Bêhiqûqiya li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiyeyê belav bû

Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez da xuyakirin, ku di dema 12'ê Îlonê de jî mafê ragihandin û hevdîtinê mîna îro nehatibû qedexekirin û destnîşan kir, ku bi pêkanîna Rewşa Awarte ve Tirkiye bi temamî veguheriye Îmraliyê.

Îro bû 5 sal, ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzer, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ji rewşa giştî ya Ocalan bi fikar in.

Di vê der barê de, ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez ji ANF'ê re axivî. Bîlmez da xuyakirin, ku heman piştî rûdana hewldana darbeyê wî danê sibehê saet di 08:00 de li rêveberiya Girava Îmraliyê geriya ye, ji bo rewşa giştî ya Ocalan hîn bibe.

Bîlmez got, "Ji ber ku darbekarên bombe li Meclîsê barandin û bajar dorpêç kirin nepekan bû, ku Birêz Ocalan ji nedîtî ve bên. Lewma em gelekî bi fikar bûn. Û encax saet di 12:00 de wan xwe gihandin midûrê girtîgehê."

Bîlmez da zanîn, midûr ji wan re gotiye ku ti pirsgirêkek li Îmraliyê nîne, lê belê ev gotinên midûr fikarên wan ji holê ranekir.

Parêzer Bîlmez got, "Weke ku tê zanîn, rewşa giştî û tenduristiyê ya Birêz Ocalan ji aliyê bi mîlyonan mirovî ve tê şopandin û dema agahiyê jê nagirin, fikar zêde dibin, tansiyona li nava civakê bilind dibe. Bi taybetî, piştî hewldaneke bi vî rengî ya darbeyê, mirov ketin nava fikaran."

'EM JI DEWLETÊ BAWER NAKIN'

Bîlmez bibîr xist, ku ji roja destpêkirina hewldana darbeyê û vir ve ew her roj serî li Dozgeriyê didin ji bo biçin Îmraliyê, lê belê hemû serlêdanên wan tên rekirin. 

Parêzer Bîlmez da zanîn, Heyeta Îmraliyê jî bi Wezareta Edaletê re ket nava danûstandinan û got, "Mixabin em nikarin ji dewletê bawer bikin. Ji ber ku ev endamên cemaetê yên îro weke darbekar tên sûcdakirin, wextekê erka dadgeriyê ya dewletê bi kar danîn. Dadger, dozger, burokratên dewletê bûn û timî derew li me dikirin. Lewma ev fikarên mafdar divê derhal ji holê werin rakirin û rêya hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê vekirin."

EŞKEREKIRINA RAPORA CPT BI ERÊKIRINA HIKÛMETÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Îbrahîm Bîlmez der barê serdana CPT ya beriya niha li Îmraliyê kir û rapora ku hê eşkere nekiriye de got, "CPT rêxistineke civaka sivîl nîne. Organek ser bi Konseya Ewropayê ve ye." Li ser şêweyê karê CPT Bîlmez got, "Eger rewşekê tespît bike, di destpêkê de ji hikûmeta Tirk re radigihîne û ji bo bersiv jê re bê dayîn demekê nas dike. Piştre, eger hikûmet erê bike, hingî rapora xwe eşkere dike. Di 5 serdanên beriya niha de, ji ber ku hikûmetê erê kir, raporên xwe parve kir."

Bîlmez diyar kir, piştî hewldana darbeyê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de wan careke din serî li Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan, rewş ji wan re ragihand û ji wan xwest careke din li Îmraliyê lêkolînan bikin.

BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ, LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV BÛ

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez da xuyakirin, ku mirovên weke paralelî piştî ragihandina Rewşa Awarte hatin binçavkirin, ev 12 roj in nikarin parêzerên xwe bibînin û got, "Gava ev dema vê astengkirina hevdîtinê dirêj dibe, hiqûqnas matmayî dimînin. Dibêjin çawa çêdibe ku hûn nahêlin mirov 2 hefteyan parêzerên xwe bibînin. Ev 5 sal in a tê serê me, ev e."

Bîlmez diyar kir, di dema 12'ê Îlonê de jî ev yek neqewimî û got, "Aliyê nebaş ew e, di dema rêveçûna pêvajoya çareseriyê de jî, nedihiştin em weke parêzer biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin, li hemberî Birêz Ocalan derhal hiqûqeke normal bê meşandin û pêşî li hevdîtinên parêzeran were vekirin."

Parêzer Bîlmez bibîr xist, ku Ocalan di dema pêvajoya çareseriyê de gelek caran dabû xuyakirin, ku eger pêvajoya çareseriyê bi ser neyê xistin, wê hêza darbeyê bikeve dewrê û careke din tespîtên wî piştrast bûn.

Bîlmez ragihand, ji ber vê yekê divê pêvajoya çareseriyê ya hatiye sekinandin ji nû ve bê destpêkirin û got, "Tirkiye dikare vê darbeyê ji bo xwe bike şensek. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin niha li tevahiya Tirkiyeyê heye. Tirkiye bi temamî bû Îmrali. Di sala 2005'an de qanûn têkildarî Birêz Ocalan hatin guhertin û têkiliya parêzer-muwekîl hat qeydkirin. Cara yekemîn, pîşeyê parêzerên Birêz Ocalan li wan hat qedexekirin û cara yekemîn parêzerên Birêz Ocalan hatin girtin. Lê belê îro bi Rewşa Awarte ve pêkanînên kêfî di sala 2016'an de li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne."

...