Kalkan diyar kir, şerê AKP ev saleke li Kurdistanê dimeşîne û lêgerînên Erdogan ên ji bo dîktatoriyê, bingeh ji darbeyan re amade kiriye û destnîşan kir, ku li cihê demokratîkbûn lê nebe, hewldanên darbe-dij darbeyê wê dewam bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçeyê û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk ên li ser rojevê.
Kalkan destnîşan kir, ku sîstemeke ne demokratîk, darbeyan dafirîne û got, "Hebûna dîktatoriyê bi xwe re darbeyan tîne. Yanî li cihê demokrasî lê hebe, demokrasî nabe. Demokrasî pirsgirêkan bi siyasetê, bi axaftinê, bi zanistiyê çareser dike. Li cihê demokrasî lê nebe, li cihê meyla dîktatoriyê lê hebe, darbe rû dide. Ji ber ku dîktatorî bi darbeyan pêk tê. Ji xwe Tayyîp Erdogan bi êrîşkariya xwe ya faşîst a 24'ê Tîrmehê re îdîa kir, ku li hemberî wî darbe hatine kirin û dest bi darbeyên sivîl kir. Li hemberî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîrana 2015'an darbe kir."
LI DIJÎ DARBEYA FAŞÎST A SIVÎL HEWLDANA DARBEYA FAŞÎST A LEŞKERÎ HAT KIRIN
Dûran Kalkan da zanîn, ku ya niha hatiye kirin, hewldana darbeya leşkerî-faşîst a li dijî darbeya sivîl-faşîst e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tayyîp Erdogan jî bi rengekî vekirî got. Bi xwe got, 'xwestin darbeyê li me bikin; me jî bi darbeyê darbekar tepisand'. Yanî dibêje, ya ku wî kiriye ew jî darbe ye. Lewma ev zemîn ji aliyê vê dîktatoriyê ve hat amadekirin. Di bingeha dîktatoriyê de jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye; qebûlnekirina hebûna gelê Kurd û mafên demokratîk, heye."
Kalkan destnîşan kir, ku heta Tirkiye hebûna gelê Kurd û hemû beşên civakê yên bindest û gelan qebûl neke, heta ku mafên demokratîk nepejirîne û bi rastî jî demokratîk nebe, wê her tim dîktatorî rû bidin. Kalkan got, "Çi dîktatoriya leşkerî, çi jî ya sivîl; wê di dawiya dawî de dîktatoriyek pêk were. Li cihê dîktatorî lê hebe jî, ew der wê li her şêweyên dîktatoriyê vekirî be. Ev dibe darbeya leşkerî, dibe darbeya sivîl, dibe desteserkirina hikûmetê, bi şer dibe, bê şer dibe. Lê siyaset wê her tim bi darbeyan bimeşe. Di nava darbe û dij darbeyê de bimeşe."
PKK LI DIJÎ HER ŞÊWE DARBEYAN E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da zanîn, ku ew li dijî her şêweyên darbeyan e û bibîr xist, ku yê şerê herî mezin li dijî Darbeya Faşîst-Leşkerî ya 12'ê Îlonê meşand û darbe têk bir, PKK ye, gelê Kurd ê bi pêşengiya PKK'ê ye.
SIYASET Û DÎKTATORIYA ERDOGAN BINGEH JI VÊ DARBEYÊ RE AMADE KIR
Kalkan ragihand, pêşîvenekirina li siyaseta demokratîk, hewldanên Erdogan ên ji bo dîktatoriyê, ji wezîfeyê girtina hikûmeta Davûtoglû, bi temamî kontrolkirina meclîsê, kontrolkirina dadgeriyê bingeh ji vê darbeyê re amade kir û got, "Vê dîktatoriyê ev darbe afirand. Lewma ji bo rabûna li ber darbeyê, divê mirov li dijî zemîna rê li ber vekirin jî rabin. Yên li dijî 15'ê Tîrmehê ne eger ne li dijî zemîna rê li ber vekir nebin, wê demê helwesta wan a dijberiya li darbeya 15'ê Tîrmehê, hevgirtî nîne. Weke ku bêjin; em li dijî darbeya leşkerî ne, lê ne li dijî dabeya sivîl in. Li dijî darbeya Fethûllahî ne, lê ne li dijî darbeya Erdogan e. Bi vî rengî nabe. Eger tu yê li dijî darbeyan derkeve, divê li hemberî hemû darbeyan derkeve."
ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ SÛC KIRIN
Kalkan diyar kir, Erdogan û Davûtoglû, di nava salekê de bi hin derdoran re ewçend sûcê li dijî mirovahiyê da kirin, ku psîkolojiya wan hêzan xera kir û ev nirxandin kir: "Bi rastî jî di nava artêş û polîsên Tirk de sendromeke Kurdistanê heye. Gotin Sendroma Nisêbînê; tedawiya psîkolojîk a bi rengekî komî xistin rojevê. Hêrs, nerazîbûn û derûniyeke têkçûyî ya ji ber vê rewşê heye. Hat dîtin bê çawa, bi kîjan hêrsê êrîşî kesê ku berî nîv saetê jê re digot 'fermandarê min' kirin. Çawa hewl dan bitefisînin. Ev mirov niha bi hev re Kurdan qetil dikin.
Divê ev yek were gotin: Eger tu artêşê, tankan bi ser bajarên Kurdan de bajo, tu destûrê bide ku jin, ciwan û zarokên Kurd qetil bikin, destûrê bide ku bi mehan cenaze li kolanan bê hiştin, destûrê bide ku cenaze bê eciqandin, wê çaxê, yê Kurdan qir û qetil dikin, wê rojê li te vegere û heman tiştî li te jî bike."
ZEMÎNA KU DESTHILATDARIYA ERDOGAN XWE DISPARTÊ, JI HEV KET
Kalkan ragihand, her çend ev darbe hatibe tepisandin jî, rastiyeke ku darbe li dijî AKP'ê hatiye kirin heye û got, "Ev darbe ji aliyê psîkolojîk, ruhî, siyasî û civakî bû. Her kesî dît ku di nava artêşê de ku weke hêza bingehîn a dewletê tê dîtin, yên li dijî polîtîkayên Erdogan in hene. Niha ew radibin dibêjin, 'ew kujerên kincên leşkeriyê li xwe kirine ye'. Na! Heman hêzan dema duh Kurd qetil dikirin, qehreman bûn! Li Cizîrê qehreman bûn! Li Sûrê qehreman bûn! Li Geverê qehreman bûn! Dema Nisêbîn dişewitandin û xera dikirin qehreman bûn. Çawa dibe hemû ji nişka ve dibin kujer. Kî ji vê bawer dike?
Zemîna ku desthilatdariya Erdogan xwe dispartê ji hev ket. Her kesî ev dît: Ev sîstema jê re dewleta TC tê gotin, sîstemeke hevgirtî û rast nîne. Azadî û demokrasiyê nade civakê. Sîstemeke nû divê. Darbekaran wê bi ragihandina rewşa awarte re hewl bida sîstema berê biparêzin; lê niha Erdogan bi ragihandina rewşa awarte re hewl dide sîstema berê biparêze. Yanî di navbera hewldana darbeya leşkerî û AKP'ê de ti cudahî nîne. Cudahî ev bi tenê ye; tu yê bibe desthilatdar yan ez ê bibim.
Ew jî darbekar e, yê din jî darbekar e. Ew jî dîktator e, yê din jî dîktator e! Her du jî rewşa awarte radigihînin. AKP'ê ji xwe dewleteke faşîst a polîsan, dewleteke terorê ava kiriye. Lewma ev jî dijminê Kurdan e, ew jî dijminê Kurdan e. Bi hev re Kurd qetil kirin. Hê jî dikin."