YNK’ê êrîşa li Qamişloyê şermezar kir
YNK’ê bi daxuyaniyekî êrîşa xwekujî ya ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat û bû sedema ku bi dehan kes jiyan xwe ji dest daye, şermezar dikin.
YNK’ê bi daxuyaniyekî êrîşa xwekujî ya ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat û bû sedema ku bi dehan kes jiyan xwe ji dest daye, şermezar dikin.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) têkildarî komkujiya Qamişlo ya îro pêk hatî û bi dehan kes bûn qûrbanî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "YNK bi tundî êrîşa îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatî şermezar dike. Di encama vê komkujiyê de hejmareke welatî şehîd û birîndar bûn. Em sersaxiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin. Hêviya şifayê ji birîndaran re dixwazin.
Terorîstan ji ber ku di şer de, li hemberî îrade û moralê bilind ê şervana û hêzên azadîxwazên Rojavayê Kurdistanê de şkestinekî mezin xwarin. Rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanana ve yek ji şkestina terorîstan a dawiyê ye. Serketina mezin a şervan û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ne. Ji bo vê jî serî van rêyan didin."
Di berdewama daxuyaniya KNK'ê de wiha tê gotin; "Divê terorîst piştrast bin ku wê bi êrîşan nekarin îrade û moralê bilind ê gelê Kurdistanê, hêzên demokratîkxaz bişkênin. Wê têkoşîna li hemberî terorîstan hîn xurtir bikin."