BI DÎMEN

Li Dortmûnd, Roma, Bukreş û Stockholmê çalakiyên ji bo Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dortmûnd, Stockholm, Bukreş û Romayê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn li navenda bajêr pêk hat. Jinan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" vekirin, alên KJK û YPJ'ê û flamayên ji wêneyê Ocalan hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyana zadî" hatin qîrîn. Jinan dan xuyakirin, ku heta ew agahiyekê li ser rewşa tenduristiya Ocalan werbigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê jî bi pêşengiya Navenda Çandê ya Araratê, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng saet di 17:00 de li navenda bajêr pêk hat û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Kurdên li meydana Vîa deî San Postolî li hev civiyan, dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

BUKREŞ

Li paytexta Romanya Burkeşê jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meydana Uniri kon hat vedan. Kurdan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û der barê mijarê de raya giştî agahdar kirin. Çalakiya li vir wê 3 rojan dewam bike.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan Kurdistaniyan danê êvarê xwepêşandanek lidar xistin.

Çalakî li Drottnîngatanê hat lidarxistin û pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî", alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Kurdistaniyên rê li trafîkê girtin, li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin.

...