Di doza Bedrettîn Kavak 4 sal cezayê girtigehê hate xwestin

Doza ku siyasetvanê Kurd Bedrettîn Kavak a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di hat darezandin, Dozerê Federal ê Elmanyayê daxwaz kirk u 4 sal cezayê girtigehê bê dayîn. Wê biryara dadgehê, 3’yê Tebaxê di saet 13:00’an de eşkere bike.

Doza Kavak a di çarçoveya madeya 129 b a li gorî Qanûna Ceza yê Elmanyayê ya meha Tebaxê ya sala borî de, ku bi îdîaya ku ‘Endamtiya rêxistinê yê li derveyî welat dide meşandin dikî’ hatibû girtin, ev 3 meh in li Dadgeha Edaletê ya Bilind a Hambûrgê dewam dike. Di dirûniştinê hevdîtinê de Kavak xwe weke endamê 41 salan a Tevera Azadiya Kurd da naskirin, parastinekî mezin kir.

Kavak ê ku 24 salan temenê xwe di girtigehên Tirkiyeyê de derbas kiriyeû di temenê 57 salî de ye, di parastiya xwe ya di doza yekem de, diyar kiribû ku ne ew tê darezandin, ji ber ku gelê Kurd e dadgehê nasnak e, dozê jî dîroka sed salî ya pirsgirêka Kurd derxistiye holê. Kavak destnîşan kir ku bi salane ku kesê banga aştiyê nekir ji ber ku PKK’ê ev bang kir û weke terrorist tê dîtin, di de nîşandan ku di vî aliyê xwe de bi maf e, Kavak ji bo heyeta dadgehê ya ku di serokatiya Dr. Ruhleyê de, anî ziman ku êdî  gelê Kurd naxwaze mîna koleyan jiyan bike.

Parêzerên Kavak Alexander Kîenzle û Fark Jasenskî, di serê dozê de diyar kirin ku divê doz bê rakirin û Kaval serbest bê berdan. Pareran diyar kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo mafê xwe yên çandî, civakî û siyasî têkoşînê mezin didin meşandin, Kurdên ku mafê xwe diparêzin divê li gorî madeya 129 b neyên darezandin û ev şaş e, daxwazkirin ku Kavak serbest bê berdan.